3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk gundên êzidî û suryanan topbaran kir

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku dewleta tirk du gundên êzidî û suryanan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kir

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk du gundên êzidî û suryanan topbaran kir. Li gorî agahiyan; artêşa tirk ewilî li dijî gundê Til Ebas ê Tirbespiyeyê êrîş pêk anî. Gundê suryanan bi topan hedef hate girtin. Hat zanîn ku guleyeke topê li noqteya hêzên hikûmeta Şamê ket. Demeke kin piştî vê êrişê, îcar jî gundê Til Xatûnê ku şêniyên wê êzidî ne hate topbarankirin. Têkildarî encamên êrişan heta niha tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.