17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq dê sînorên xwe bi dîwarên beton biparêze

Spot: Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Hisên Amirî ragihand ku Iraqê stratejiyeke nû ji bo parastina sînorên xwe bi welatên cîran re diyarkiriye, ew jî avakirina dîwarekî betonî li ser sînorên xwe yên bi Sûriye, Îran û Tirkiyê ye.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Hisên Amirî di derbarê tedbîrên hikûmeta Iraqê ji bo parastina sînorên xwe yên li gel welatên cîran de ji medya Iraqê re axivî.

Hisên Amirî diyar kir ku parastina sînorên welat ên li gel welatên cîran bi taybet li gel Suriye, Îran û Tirkiyeyê bûye yek ji karên pêşîn yên asayîşa nîştimaniya welat, ji bo vê yekê jî hikûmeta Iraqê stratejiyeke nû ji bo parastina sînorên welat ên li gel welatên cîran girtiye dest, ew jî avakirina dîwarek beton li ser sînore.

Amirî her wiha destnîşan kir ku Iraqê weke beşek ji hewlên xwe bo bihêzkirin û ewlekirina sînorên xwe pişta xwe bi stratejiya dîwarê beton ve girêdaye, her wiha ji bo parastina sînoran û rêgirtin li her hewleke neqanûnî hêzên ewlekarî hatine erkdarkirin.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Hisên Amirî da zanîn ku hikûmeta Iraqê bi ciddî ye li ser bidawîkirina her gef û êrişek ku ji sînorên ber bi xaka Iraqê ve çêdibe.

Di 19’ê Adara 2023’an de, Sekreterê Encumena Bilind a Ewlekariya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, bi Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Qasim El-Erecî re, ji bo parastina asayîşa sînorê navbera her du welatan de peymaneke ewlehiyê îmze kirin.