14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Mexmûrê xwedî li vîna xwe derdikeve

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK û Iraqê ya li ser çiyayên Qereçox meşek girseyî lidarxistin

Duh şandeyek a hêzên PDK’ê li Firqeya 14’an li gel hêzên Iraqê bi amadebûna Serfermandarê artêşa Iraqê Ebdul Emîr Reşîd Yarallah, Fermandarê Operasyonên Bexdayê General Qais el-Mihemedawî, Fermandarê Hêzên Bejayî Serleşker Qasim El-Mihemedî û Fermandarê Leşkerî yê hêzên PDK’ê Sîrwan Barzanî civiyaye. Di civînê de guftugo derbarê alozî û nakokiyên li ser baregehên li çiyayê Qereçox ê li herêma Mexmûrê de hatiye kirin.

Hate ragihandin ku di civînê de navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbûye ku 3 xalên kontrolê di destê çekdarên PDK’ê de bin û 3 xalên kontrolê di destê hêzên Iraqê de bin.

Li ser vê yekê, li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK’ê û Iraqê de, xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji heft salî heta heftê salî meşek girseyî li dardixin. Meşa berxwedanê ya xelkê Mexmûrê li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi kombûna girseya gel destpê kir. Girseyê di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre îxanet’ berz kirin. Girseya gel gihiştiye ber seytereya hêzên Iraqê ya derketina wargehê û li wir xwedî li vîna xwe derdikevin.

Tê payîn di kêliyên pêş de di navbera şandeyek a Iraqê û Rêveberiya Mexmûrê de hevdîtinek were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû hêzên xwe ji Wargeha Mexmûr vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî daxuyaniya NPG’ê di heman rojê de hêzên Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine, ji bo valehiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih dikin.

Di 22’ê Cotmehê saetên êvarê de li ser çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê li xalên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên PDK’ê de pevçûn derketibû. Ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn.