3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Ji bo 20 jê rojnameger 21 kesên ku di 8’ê hezîranê de li Amedê bi serdegirtina malan û cihên karê xwe de hatin binçavkirin kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya ji aliyê komeke rojnameger ve bi ser navê “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, Em li cem hempîşeyên xwe ne” hat destpêkirin. Wê kampanya heta 13’ê hezîranê saet 13.00’an bidome. Lîsteya kesên ku kampanyayê îmze bikin wê roja duşemê bê ragihandin.
Di daxuyaniya derbarê kampanyayê de ev tişt hatin gotin:
“Em saziyên ragihandinê û rojnamegerên ku li jêr îmzeya wan heye; serdegirtina polîsan a mal û saziyên rojnamgerên kurd ku di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin bê şert û şirût şermezar dikin.
Di serî de muxalefeta ku angaşta demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û dadê dike û di nava amadekariya avakirina Tirkiyeya pêşerojê deye; em bangî hemû kesan dikin ku bêyî cudakariyê bikin li hemberî binçavkirina hempîşeyên me bikevine nava piştevaniyê û li hemberî zordestiya desthilatdariyê helwest deyinin.
Em bang li endamê darazê jî dikin ku nebin aletê bêdadî û zordestiya desthilatdariyê. Li gorî mafê azadiya fikr û ragihandinê ya dada gerdûnî tevbigerin û kêliyek berî kêliyekê rojnamegerên di bin çavan de ne serbest berdin.
Her wiha, em li bendê ne saziyên ragihandina navneteweyî, rojnameger, rêxistinên mafan diparêzin jî ji bo pêşveçûna azadiya ragihandinê li Tirkiyeyê, piştgiriya me bikin û li hemberî binpêkirina mafên rojnamegeran bikevin nava liv û tevgerê.
Bi zagona sansurê ku niha li Parlamentoyê amadekariya wê tê kirin dixwazin
qeyd û bendên li azadiya fikr û ragihandinê dixin qewîtir bikin. Di vê çarçoveyê de di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, binçavkirina rojnamegerên kurd, li hemberî azadiya ragihandinê derbe ye.
Em şahidên hempîşeyên xwe ne. Her çiqas ji bo endamê ragihandina azad ku mafê ragihandinê bi fedakariyeke mezin diparêzin, ev polîtîkayên tûndî û çavtirsandinê bûbin ji rêzê jî, em ê hînî van operasyon û polîtîkayên çavtirsandinê nebin.
Bila rojnamegerên kurd ku di binçavan de ne demildest serbest bêne berdan! Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn’ê Mehmet Ali Ertaş, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçın, Abdurrahman Oncu, Lezgin Akdeniz, Kadir Bayram û Feynaz Koçuk serbest berdin!
Lînka îmzeyan: