8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê aloziya siyasî kûrtir dibe

Li ser daxwaza Muqteda El Sedir parlamenterên şepêla El Sedir xwe ji parlamentoya Iraqê vekişandin. Her wiha namzetên EL Sedır yê ji bo srokwezîrtiyê Muhemed Helbûsî jî  namzetiya xwe bi paş ve kişand. Sedir beriya 2 rojan bi nameyekê ji serokê koma xwe ya parlamentoyê xwestibû ku hemû endamên aliyê El Sedir xwe ji parlamentoyê veklişînin. El Sedir sedemê vê biryara xwe jî wiha şîrove kiriye û gotiye: “Ev gaveke fedakariyê ye ji bo welat û gel ji bo siberojeke baş, berê jî me ji bo rizgariya Iraqê û serweriya wê fedakarî kiribû û niha jî em dikin.”

Sedir der barê aloziya siyasî ya ku piştî hilbijartinan bi 8 mehan jî nikaribûn hikûmetekê ava bikin nêrînên xwe wiha anî ziman û got: Ev alozî û xitimîna siyasî ya Iraqê ne tiştekî xwezayî ye, ew tiştekî çêkirî û ji qestî ye û çareserî tenê bi avakirina hikûmeteke niştimanî pêkan e.”