3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo xeyalên xwe bi text û sacê tenbûr çêkir û dest bi muzîkê kir

Hunermend,Seyîd Bîrhat ê 58 salî, diyar kir ku di 13 saliya xwe de hîs kiriye ku ji stran û mûzîka kurdî hez dike û ji bo xeyalên xwe yên muzîkê pêk bîne bi text û sacekî tenbûrek çêkiriye û dest bi muizîkê kiriye.

Hunermend Seyîd Bîrhat, di sala 1965’an li gundê Şîtka ya Navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî çavê xwe li dinyayê vedike. Di nav malbateke feqîr de mezin dibe. Di 13 saliya xwe de pê dihese ku kêfa wî ji muzîk û strana kurdî re tê ji ber wê hewl dide ku tenbûrekê ji xwe re peyda bike lê ji ber rewşa aboriyê ya nebaş bi destê xwe bi sac û textekî tenbûrekê çêdike. Piştre diçe cem kesên pisporên saz û tembûrê û xwe hînî lêdana tembûrê dike. Bîrhat piştî ku kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tê dagirkirin berê xwe dide Şehbayê û ji wir tê Helebê û niha jî di nav navenda Çand û Huner a Cemîl Horo de dixebite.

Seyîd Bîrhat, der barê jiyan û xebatên xwe de ji nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Cemîl Ebdo re axivî. Bîrhat, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di 13 saliya xwe de hîs kiriye ku kêfa wî ji stran û muzîka kurdî re tê û wiha got: “Ji ber ku di wan deman de rewşa malbatê ya aborî ne baş bû, min nikarî ji xwe re tenbûrekê peyda bikim, ji ber wê min bi destê xwe tenbûr çêkir. Bi sac û text û têlan min karî tenbûrekê ji xwe re çêbikim û li ser perwerde bibim. Piştre rejîma Sûriyeyê ez birim leşkeriyê. Piştî ku ji leşkeriyê vegeriyam, min PKK nas kir û li gorî wê min dest bi xebatên siyasî kir. Ji ber ku dengê min xweş bû, min di dawetan de dengê şoreşê derdixist pêş. Piştî wê me xwest komeke hunerî ava bikin. Me koma Agirî di sala 1987’an de bi awayekî fermî ava kir, di wê demê de ji ber zehmetiyên rejîmê her endamek ji derekê hat.”

Navê komê ji şoreşa Agıriyê girtine

Der barê Koma Agirî de Bîrhat, ev agahî dan: “Navê Koma Agirî ji şoreşa Îhsan Nûrî Paşa yê li Agiriyê hat stendin. Li gorî wê Koma Agirî her sal xwe pêş dixist û di sala 1988’an kaseteke fermî ya koma Agirî hate tomarkirin. Bi demê re Koma Agirî berfireh bû û gelek beş di nav xwe de dihewandin. Gihişt asta ku 7 beş di nav Koma Agirî de cihê xwe di nav de bigirinû xebatê bikin. Di wan deman de em diçûn dawetan da ku ruhê şoreşê di nav hemû pêkhateyan de belav bikin û biteysînin. Her wiha bi demê re em diçûn Newrozên Şam, Libnan û Lazqiyê li gorî wê jî Koma Agirî bûbû weke saziyekê ku her kesek hezkiriya/ê hunera kurdî bû, cihê xwe di nav wê komê de digirt.”

Mîna saziyeke şoreşger dixebitî

Bîrhat, bal kişand ser rol û misyona ku koma Agirî pê radibû û ev tişt anî ziman: “Ji ber heyecan û morala ku Koma Agirî di hemû şahî û Newrozan çêdikir her kesî dixwest berê xwe bide komê lê dema dihatin dizanîn ku dengê wan ji strangotinê re nabe, berê xwe didan nav refên gerîlayên azadiyê. Bi vî rengî bi sedan kesan berê xwe da çiyayên azad her wiha gelek endamên Koma Agirî jî şehîd bûn. Heval Celal, Berçem û Ednan û gelek hevalên din şehîd bûn.

Berxwedana li hember rejîma Beasê

Di berdewama axaftina xwe de Bîrhat, diyar kir ku piştî salên 2000’an li beramberî doza gelê kurd li rojavayê Kurdistanê asta siyaseta qirkirinê û îmhayê zêde bûye û ev tişt got: “Ji bo pêkanîna provayan jî me gelek zehmetî derbas dikir. Ji ber vê xebatên Koma Agirê lawaz bûn. Bi tenê di Newrozan de em karibûn derkevin ser dikê. Heta sala 2009’an wisa bû. Piştî wê Koma Agirî dîsa xwe nû kir û geş bû.”

 ‘Şerê li Sûriyeyê bandora xwe li ser xebatên çandê jî kir’

Bîrhat, destnîşan kir ku bi şoreşa rojavayê Kurdistanê û şerê navxweyî yê Sûriyeyê re gelek endamên Komara Agirî û xebatkarên çand û hunerê koç kirine û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber wê gelek endamên xebatên çand û hunerê di dema şerê Şêxmeqsûdê berê xwe da herêma Efrînê li wir dîsa ji nû ve me Koma Agirî li Efrînê ava kir. Bi vî rengî heta sala 2018’an vê komê karê xwe meşand. Lê piştî koçberiya xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve li wir jî dîsa Koma Agirî çalak bû û karê xwe meşand. Niha em dîsa li Helebê di nav xebatên çand û hunerê de cih digirin. Em bi hemû enerjiya xwe xebatê didin meşandin. Em ê ruhê berê yê şoreşgertiyê vegerînin û agirê şoreşa xwe geş û bilind bikin.”