17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê hikumeta başûrê Kurdistanê bêyî YNK’ê li hev bicive

Ji bo nirxandina hevdîtinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re wê hikûmeta başûrê Kurdistanê bêyî tevlêbûna wezîrên YNK’ê li hev bicive.

Di demên dawîn de ji ber krîza li ser petrolê rayedarên hikûmeta başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê dikin û bi rayedarên hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtinan dikin. Ji bo nirxandina van hevdîtinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re wê hikûmeta başûrê Kurdistanê li hev bicive. Lê ji ber ku wezîrên YNK’ê xwe ki hikûmetê vekişandine wê civîna hikûmetê bêyî YNK’ê bê girtin.

Hêjayî gotinê ye ku YNK parçeyek ji hikumeta başûrê Kurdistanê ye, lê ji ber nakokiya di navbera YNK û PDK’ê de tu wezîrekî YNK’ê tev li civîna hikumetê nabe.