spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdengiya beriya tofanê  ya li Îranê

Rojnameger Azad Şêro ku rewşa Rojhilat û Îranê ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanên dawî bi ajansa MA’yê re axivî û wiha got: “Niha li Rojhilat û Îranê bêdengiyek heye. Ev bêdengî, bêdengiya beriya tofanê ye.”

Di 16’ê îlona 2022’yan de piştî qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” serhildan dest pê kir. Di dîroka Rojhilat û Îranê de yekemîn car bû ku li hemû bajaran bi pêşengtiya jinan gel kolan bi kolan li ber xwe dan. Ji zanîngehan heta dibistanan, xwendekaran serî hil dan û karker li febrîqeyan ketin grevê. Di vê serhildana dîrokî de bi sedan çalakvan hatin qetilkirin, bi dehhezaran hatin birîndarkirin û bi dehhezaran jê hatin girtin û binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî çalakvanan paşdegav neavêtin û çalakî di meha 7’an de berdewam dike.

Rojnameger Azad Şêro ku rewşa Rojhilat û Îranê ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanên dawî bi ajansa MA’yê re axivî.

Şêro, da zanîn ku çalakiyên gel ên li Rojhilat bi rêxistinî didomin û wiha got: “Çalakî mîna roja ewil mezin nînin. Lê belê ew ruhê gel ê çalakiyan hêj didome. Ew tiştê ku rejîm dixwaze ku bi darê zorê bide qebûlkirin, gel dijî wê derdive. Hê nerazîbûnek heye lê belê ne weke roja ewil e. Sedemên vê jî gelek in. Pergalek an jî hêzeke ku gel birêxistin bike tune ye. Li hundirê welat rêveberiyek tune ye. Ji ber ku li derveyî welat e, bandora wê kêm e. Lê li Rojhilat bi taybet jî li bajarên Sine, Seqiz û Mahabadê her çend ku kêm jî be bandora hizbên kurdî yên weke Partiya Demokrat a Kurdistan a Rojhilat û Komeleyê hene. Ev hîzb daxuyaniyan didin û gel vedixwînin qadan. Gel van banga bi erênî dibersivîne. Lê li seranserî Îranê hêzeke ku gel birêxistin bike tune ye. Lê dîsa jî gel xwe bi xwe birêxistin dike. Di cejnan de jin derdikevin kolanan, direqisin û bi vî awayî peyamê didin rejîmê. Çalakî gelemperî li Tehran, Şîraz, Îsfehen, Ehwal, Kerec û Tebrîzê bi pêşengiya jinan didomin. Dema deh jin li cihekî kom dibin, ev yek rejîmê pir aciz dike. Xwepêşandanên li heremê niha bi vî rengî ne.”

‘Bêdengiya beriya tofanê ye’

 Şêro, diyar kir ku li Rojhilat û Îranê heta daxwazên gel pêk tên dê çalakî nesekinin û wiha domand: “Gel niha careke din xwe birêxistin dike. Di serî de Rojhilat, rewşa gelemperiya Îranê ya aborî gelek aloz e. Heta niha her 6 mehan carekî tişt biha dibûn, lê di van salên dawî de her roj biha dibin. Ev yek bi xwe re aloziyê tîne. Gelên Rojhilat û Îranê li dijî zehmetiyan li ber xwe didin. Ji hêla civakî û siyasî ve Rojhilat her tim serbixwe ye. Beriya Newrozê rejîmê li Urmiyeyê çend kurd darve kir. Rejîm her sal heman rêbazê bi kar tîne. Bi vê yekê dixwaze çavê siyasetmedarên Rojhilat bitirsîne da ku ji bo Newrozê xebatekî nekin. Hewl dide ku agirê Newrozê neyê vêxistin. Di salên dawî de bi taybet jî li Sine, Urmiye, Mahabad, Pîranşer û Kirmaşanê cejna Newrozê pir xurt tê pîrozkirin. Rejîm dixwaze rê li ber vê bigire. Çalakî ne weke roja ewil in lê gelek pispor dibêjin bêdengiya gel, bêdengiya beriya tofanê ye. Tê gotin ku gel xwe birêxistin dike û dê careke din serî hil de. Bi vê serhildanê yan dê rejîm hilweşe yan jî dê gel neçarî rejîmê bibe.”

‘Êdî jin hîcaba îslamî li xwe nakin’

Bi domdarî Şêro bal kişand ser rewşa jinan û ev tişt anî ziman: “Jin, niha sûdê ji fêkiyên serhildanê digirin. Di daxwazên xwe de biisrar in. Serhildan, 7 meh berê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li bajarên kurdan dest pê kir. Piştre ev dirûşm hat birêxistinkirin û li hemû bajaran belav bû. Bi vê dirûşmê xwestin bibêjin ku dê tu tişt mîna berê nebe. Em dibînin ku gelek jin êdî hîcaba îslamî ya ku rejîm ferz dike li xwe nakin. Bi taybet jî li kolan, tax û bajarên mezin ên Rojhilat rewş ev e. Êdî jin bi darê zorê desmalê li xwe nakin. Jin pir bi wêrekî tevdigerin û gavan diavêjin. Belê gelek kes hatin girtin û îşkence kirin lê gav paşve neavêtin. Vê yekê cisaret da mêran jî. Dema jin li kolanan polîsan dibînin, bi wêrektî li hemberî wan disekinin û gotina xwe raste rast ji wan re dibêjin. Berê wisa nebû lê niha ew dîwar hatine hilweşandin. Vê jî di nava civakê de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. Êdî rejîm çi bike jî nikare pergala berê li jinan ferz bike. Êdî hêza wan jî nema ye.”

‘Jinan dawiya wan anî’

Di berdewamê de Şêro bi lêv kir ku tirsa rejîmê ya herî mezin ew bû ku jin dawî li wan bînin û ev nirxandin kir: “Niha jî ev tirsa wan bi serê wan tê. Rejîm dibêje; ‘heke em yek gavê jî paşve biavêjin dê dawiya paşvegavavêtinê neyê.’ Dema guhertinê hatiye û ditirsin. Wezîrê karên hundir ê rejîmê 9 meh berê gotibû; ‘Xetereya herî mezin a li ser Komara Îslamî, jin in.’ Ev tirs her tim di dilê wan de heye. Niha jî ji bo pêşîlêgirtina vê serhildanê dê her tiştekî bikin. Lê ya ku em dibînin, rejîm hemû hêza xwe seferber bike jî dê nekare rê li ber serhildanê bigire.”

‘Ji bo jiyaneke azad mirin dan berçavan’

Rojnameger Şêro, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîtîkayên rejîmê bi saya berxwedana gel vala tên derxistin. Di kolanan, ser banên xaniyan zarok, ciwan û kal hatin qetilkirin. Hin kesan destên xwe, hin kesan çavên xwe wenda kirin. Lê tevî vê yekê çirûska şoreşê venemirî. Îcar serî li senaryoyeke cuda dan û binçavkirî bidarve kirin. Lê gel ji bo jiyaneke azad mirin da ber çavan. Di dîroka Îranê de cara yekem bû serhildaneke wiha çêbû. Gel bi encamên wê jî dizane lê dîsa dadikeve kolanan. Niha pir kêm ma ye ku gel bigihije encamê. Tiştek êdî şênber bûye, gel êdî venagere rewşa berê. Daxwaza gel ew e ku rejîma Komara Îslamî hilweşe. Hêza gel heye ku rejîma 43 salî biguherîne. Heke dewletên ewropî û DYA ji ber bernameya nukleerî ambargoyê deyne ser rejîmê û pêşî lê bigire, dê rejîm neçar bimîne ku pergala xwe biguherîne û ev serhildan bigihije encamê.”