17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Heta Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’

Hevberdevkê Buroya Şewirmendiya DBP’ê ya Enqereyê Mûrat Kayataş, diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewl tê dayîn gelê kurd ji holê bê rakirin û ev tişt got: “Heta ku Ocalan azad nebe, pirsgirêkên li Tirkiyeyê nikarin bên çareserkirin.”

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navnetewî hat girtin û ew li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi cih kirin. Ocalan 24 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye û 25 meh in agahî jê nayên girtin. AKP’a ku di civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ya 30’ê cotmeha 2014’an de bi “Plana Çokdanînê” ya amade kirî vegerî qodên xwe yên şer, di 5’ê nîsana 2015’an de bi aktîfkirina şertên tecrîda giran a li Îmraliyê re dest bi bicihanîna vê konseptê kir.

Hevberdevkê Buroya Şêwirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mûrat Kayataş, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa agahî negirtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Agahînegirtina ji Ocalan dibe sedema fikaran

Kayataş, diyar kir ku bi komploya navnetewî ya li ser Abdulah Ocalan tê xwestin ku gelê kurd ji holê bê rakirin û agahî negirtina ji Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin di raya giştî de rê li ber fikaran vedike û wiha got: “Derbarê birêz Ocalan û hevalên wî de fikarên me yên cidî hene. Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê bi Girtîgeha Îmraliyê bisînor e. Şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî li ser bingeha statuya gelê kurd, pêşeroj û mafê diyarkirina vîn û çarenûsa gelê kurd gelekî girîng e. Ev tecrîd ne tenê tecrîdkirina kesekî ya ji îzolekirina civakê ye. Ev tecrîd li dijî pergaleke fikir û nirxan e.”

‘Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin’

Kayataş, destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan azad nebe tu pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî yen li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nayên çareserkirin û ev tişt got: “Ji ber vê yekê ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn, ji bo çareseriya bi rêbazên aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê û Kurdistanê divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Abdullah Ocalan hêviya jiyanê ya gelan, karkeran, kedkaran û jinan e. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bingeha rojeva me ya têkoşînê ye. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd xeta sor e. Ji ber wê yekê polîtîkayên tecrîdê yên niha li Girtîgeha Îmraliyê tên sepandin gefê hem li Tirkiyeyê hem jî pêşeroja gelên Rojhilata Navîn dixwe. Ji ber vê yekê em banga hestiyariyê li muxalefeta civakî, hemû beşên çep, sosyalîst, şoreşger, welatparêzan dikin û wan di çarçoveya rêbazên têkoşîna aştîxwaz a demokratîk vedixwînin têkoşînê.”