spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, xwest cezayê rojnameger Çoban bê xerakirin

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, xwest cezayê ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li rojnameger Îsmaîl Çoban hatiye birîn, bê xerakirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban de bi hinceta ku di nûçe û nivîsên hejmarên 21’ê Ssbata 2014 û 28’ê gulana 2014’an de “propagandaya rêxistinê kiriye” du doznameyên cuda amade kirin. Di çarçoveya doznameyên ku ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatin qebûlkirin de bi angaşta ku Çoban di hejmara rojnameya 21’ê Sibata 2014’an de “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 4 meh û 3 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Parêzerê Çoban Resûl Temur ji ber nirxandina delîlan, nebûna hincetkirina cezayê ku bi kîjan îfadeyan hatiye dayîn û sûcê diyarkirî yek ji sûcên pêşwext e, serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê (Dadgeha Îstînafê) da. Dadgeha Îstînafê, îtîraza di cih de dît û biryar betal kir.

40 hezar lîre ceza

4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di doza ku ji ber hejmara rojnameyê ya 28’ê Gulana 2014’an hatibû vekirin de biryara betalkirinê da. Vê carê dadgehê bi yekdengî ji ber 2 hezar rojan cuda cuda 20 hezar lîre bi giştî 40 hezar lîre ceza li Çoban birî.

Ji ber ku di dema cezakirinê de rêya Dadgeha Bilind hatibû girtin, parêzer nikaribû dosyeyê sewqî Dadgeha Bilind bike. Bi sererastkirina qanûnî re bi vekirina rêya Dadgeha Bilind re parêzer dosye bir Dadgeha Bilind. Parêzer Temur, li gorî xala “Îrovekirina nêrînên ku ji sînorên ragihandinê derbas nabe yan jî bi armanca rexnekirinê tên kirin sûc nabin” li xala 13’an a qanûna bi hejmara 13’an zêde kir û xwest cezayê hatiye birîn bê xerakirin.

Xwest ceza bê xerakirin

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ku dosyeyê lêkolîn kir û mutalaya xwe pêşkêşî 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind kir û xwest cezayê pere bi îdiaya propagandayê hatiye birîn were xerakirin.

Dosye li Dadgeha Bilind e û lêkolîna wê didome.