22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo zarokê xwe germ bike cilên xwe şewitandin

Bandora dorpêça zalim a rejîma Şamê li ser xelkê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û koçberên Efrînê zêde dibin, jinekê ji bo zaroka xwe germ bike cilên xwe şewitandin, hin malbat jî salê tenê topekî gazê bidest dixin

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 200 hezar welatî dijîn; beşek ji wan koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî û koçberên ji taxên derdora Helebê ne. Ruxmî beriya salekê erdheja wêranker li her du taxan çêbû, lê hikumeta Şamê dorpêça xwe ya bêserûber dewam dike.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî dorpêç şermezar kir û wiha got: “Li taxê mazot, derman û xurdemenî kêm in. Li kêlek wê jî saetên pêxistina jenetorên kehrebeya ji bo malan kêm bûne.”

Koçberê ji Efrînê yê li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi cih bûye Ehmed Cemîl Xalid li ser astengiyên dikişînin axivî û wiha got: “Em rûbirûyî serma, nexweşî û nebûna dermanan e. Hikumet nahêle derman derbasî her du taxan be, ger hişt derbas be, bi pereyekî pir derbas dike. Ev jî dihêla derman biha bin.”

Xalid wiha domand: “Me tenê beşek ji para xwe ya mazotê wergirtiye û me beşa din wernegirtiye. Gelo tenê bi 100 lître mazot zivistan derbas dibe?”

Xalid got zarokekî wê yê nexweş heye û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Ji ber nebûna mazotê ez neçar mam cihlên xwe bişewitînim da ku zarokê xwe germ bikim.”

Koçbera bi navê Fatme Nasan Hemo jî li ser astengiyan axivî û wiha got: “Her salê em tenê topek gaz werdigerin.”

Xelkê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û koçberên Efrînê bêdengiya NYˊyê li hember dorpêşa hikumetê şermezar kir.