30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Silêman Ehmed 104 rojin agahî nayê girtin

Herî dawî 2’yê Çile parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin lê Rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê parêzer asteng kirin

Ev 104 roj e PDK`ê agahiyên der barê çarenûsa Silêman Ehmed de aşkera nake, tevî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku hemwelatiyê wê Ehmed demildest serbest berde

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 104 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed berpirse.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di der barê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnewsê axivî û got: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ku ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Herwiha parêzer Nerîman got; “Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin. Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”