13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Canozer û Orûç re daxwaza girtinê hat kirin

Rojnamevan Bêrîtan Canozer û Mehmet Şah Orûç ên di çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, siyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin.

Ji rojnamevanan nûçegihana JinNewsê Bêrîtan Canozer û nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmetşah Orûç, piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê hatin kirin.

Hunermenda şanoyê Elvan Koçer Yildirim sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê hat kirin û li vir hat berdan.

Hunermenda şanoyê Şahperî Alphan Bayhan jî piştî îfade da dozgeriyê hat berdan.