9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Senaryoya Somalî û Sûriyeyê dibe ku li Sûdanê dubare bibe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Sûdanê û Lîbyayê kir û bal kişand ser rewşa Sûdanê û metirsiya dubarekirina senaryoya Somalî û Sûriyeyê

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûdanê de wiha nivîsî: “Li gorî çavdêran, dirêjkirina şerê Sûdanê nexasim li gel destwerdanên herêmî û navneteweyî, girêdayî berjewendiyên hêzên rojavayî yên li Sûdanê ye. Çavdêran hişyarî da ku senaryoya Somalî û Sûriyeyê li Sûdanê dubare bibe.

Li gorî çavdêran, şerê çekdarî yê di navbera her du aliyên desthilatê yên Sûdanê de, encama destwerdanên derve yên herêmî û navneteweyî yên têkildarî formulîzekirina siberoja Sûdanê li gorî hin armancên jeopolîtîk, aborî û îdeolojîk e.

Ji 15`ê Nîsanê de li Sûdanê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de li Xertûmê û bajarên din şer heye. Her du alî hev û din bi êrişkirina navendên wan tawanbar dikin û her aliyek îdia dike ku aliyê din dest datîne ser nuqteyên wî.

Nivîskar û lêkolînerê ji Yemenê Yasîn Temîmî der barê aloziya Sûdanê û destwerdanên derve û rojavayî yên li welat de got: “Hin rolên negatîf ên bibandor û eşkere yên dewletên Ereban hene, rola îstixbaratî û siyasî ya Îsraîlê jî tê de heye.”

Temîmî destnîşan kir ku derxistina şandeyên dîplomatîk ên biyanî ji Sûdanê nîşan dide ku şer di demekê de ku hêzên rojavayî diyar nekibirûn an jî haya wan jê tune bû, rû da û wiha dom kir: “Her ku çû şer girantir bû. Rojavayî neçar man ku welatiyên xwe ji wir derxin. Ji şerê Sûdanê xuya dibe ku bi rastî jî ji derveyî kontrola hêzên rojavayî ye.”

Temîmî hişyarî da ku eger şerê Sûdanê dirêjtir bibe û bandorên girantir li gel bike, dibe ku senaryoya Somalî li Sûdanê dubare bibe.

Nivîskarê misirî Yasir Ebdulezîz jî got: “Her du aliyên aloziya Sûdanê bermahiyên rejîma berê ne. El Burhan artêşê temsîl dike, Himêdetî jî fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn e. Niha her du hev tawanbar dikin ku alîgirên rejîma El Beşîr in û her aliyek parastina şoreşê dike. Ev şerekî desthilatê ye.”

Gumanên welatiyên lîbyayê

Rojnameya El Beyan jî der barê rewşa Lîbyayê de nivîsî: “Welatiyên Lîbyayê guman dikin ku birêxistinkirina hilbijartina îsal bi ser bikeve. Nexasim ku der barê hêza nûnerê navneteweyî Ebdullah Batîlî ya pêkanîna bendên însiyatîfa wî ya têkildarî hilbijartinan de, gelek pirs derdikevin holê.”

Çavdêrên herêmî dibêjin hewldanên ji bo lihevkirina li ser bingeha qanûnî ya hilbijartinan û misogerkirina wê, jihevxistina milîsan, derxistina hêzên biyanî û çeteyan heta niha bi ser neketine û gavên pratîk nehatine avêtin. Her whia destnîşan dikin ku aliyên siyasî, leşkerî û ewlekariyê yên aktîf diyar e ku naxwazin ji vê pêvajoya demkî derkevin û hilbijartinan pêk bînin.”