27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegerên binçavkirî bi daxwaza girtinê şandin dadgeriyê

Rojnameger Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer û Mehmetşah Oruç ku di çarçoveya operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer û Mehmetşah Oruç ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin.

Her wiha rojnameger Abdurrahman Gok jî di îfadeya xwe ya li dozgeriyê sûcên pê tê tawanbarkirin red kir û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin.

Hunermend Elvan Koçer jî bi şertê kontrola edlî hate sewqkirin û Dadgeriya Cezayên Sulhê jî bi şertê kontrola edlî berda.

Hunermenda şanoyê Şahperî Alphan Bayhan jî piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.