17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji heman malbatê 4 kes di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dan

Di qezayê trafîqê ku li Êlihê pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li Êlihê, saet di nîvê şevê de li qada qantarê qezaya trafîqê pêk hat. Li gorî agahiyên hatin wergertin, qamyona genim lê bar kirî ji kontrolê derket, wergeriya û agir pê ket. Ji heman malbatê Alî Ozgur, Sedat Ozgur, Gokhan Ozgur û Mehmet Ozgur ên li pişt qemyonê bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Welatiyên bi navê Veysî Ozgur û Orhan Ozgur ên ji heman malbatê jî bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.

Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.