spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku di pêvajoya jinûvesazkirinê de asta duyem dane destpêkirin û got ku dê li 8 herêman bi derdorên berfireh ên civakê re bi gel re civînan çêbikin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe têkîldarî civînên gel ku dê di çarçoveya xebatên jinûvesazkirinê yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de bikin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Gunay, diyar kir ku partiyên wan piştî hilbijartinê ji bo muhasebeya hilbijartinan û jinûvesazkirinê û guherînê dest bi civînên îstişare û nirxandinê kirine. Gunay, da zanîn ku wan tevî Meclisa Partiyê, Meclisa Jinan, Hevserokên Bajaran, Lijneya Rêveber a Navendî û Lijneya Rêveberiyên Herêmî starta vê pêvajoyê dane û ev tişt got: “Me di du hefteyên borî de ev yek bi rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re nîqaş kir. Niha em asta duyem a vê pêngava guherîn, nûkirin û rêxistinkirinê pêk tînin. Em ê ji îro heya 25’ê Tîrmehê li 8 bajaran van nîqaşan bi civînên berfireh ên gel re bimeşînin.”

Gunay, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û xebernegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û  ev tişt got: “Gelo yên rastiyê nîqaş dikin û dikarin li ser rastiyê baixivin hene? Ên devê xwe vedikin û îtiraz dikin rastî êrişa daraza ku bûye aparatek desthilatê tên. Ji bo ev rûxandin û krîz neyên nîqaşkirin zext û êriş tên kûrkirin. Mesela tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan ku tevahiya civakê eleqedar dike, êdî li ser hemû civakê tê pêkanîn. Rojnamevan MErdan Yanardag ji ber ku li ser tecrîdê axivî û qanûnên gerdûnî û neteweyî bibîr xist û got ‘sûc nekin’ ewilî ji aliyê çapemeniya desthilatê ve hat lînçkirin û paşê demildest ji aliyê daraza desthilatê ve hat girtin. Her kes baş dizane ku ne nîqaşkirina li ser tecrîdê, pêkanîna tecrîdê sûc e. Raya dmeokratîk baş dizane ku sedema sereke ya israrkirina di tecrîdê de, israrkirina di neçareserkirinê de ye. Ji bo pêşxistina polîtîkayên çareserkirin, demildest divê dawî li tecrîda li ser birêz Ocalan bê.”

‘Çare em in hêz bi me re ye’

Gunay, di berdewana axaftina xwe de bal kişand ser xizanî û bihabûna li Tirkiyeyê jî û got: “Em bi salan hewl didin pêşî li ber vê xizanî û krîzê bigirin. Mixabin em di vî warî de bi ser neketin û ev jî xwerexneya me ye. Guherandina rewşa heyîş berpirsiyariya me ye û jixwe em nîqaşên xwe yên ji bo heyama nû jî di vê çaçroveyê de dikin. Lewma em gilî û gazinan nakin. Ji lew re çareserî em in, hêz bi me re ye. Em di xwe de li çareseriyê digerin.”

‘Derê me ji rexneyan re vekirî ye’

Gunay, axaftina wiha domand: “Lewma partiya me piştî hilbijartinan pêvajoyeke îstişare, nirxandin, rexne û xwerexnekirinê da destpêkirin. Me bi civînên xwe yên Meclisa Partiyê, Meclisa Jinan, Hevserokên Bajaran, Lijneya Rêveber a Navendî û Lijneya Rêveberiyên Herêmî dest bi vê pêvajoyê kir. Paşê de di du hefteyan de ev yek bi rêxistinên xwe yên baja rû navçeyan re nîqaş kir. Niha em asta duyem a vê pêngava guherîn, nûkirin û rêxistinkirinê pêk tînin. Em ê ji îro heya 25’ê Tîrmehê li 8 bajaran van nîqaşan bi civînên berfireh ên gel re bbimeşînin. Partiya me bi awayekî zelal û bi wêrekiyeke mezin deriyê xwe ji bo nirxandin, rexne û xwerenekirinê ya gelê me vekiriye. Ji lew re em ji têkoşîna xwe û feraseta gelê xwe bawer dikin. Xwediyên sereke yên vê têkoşînê, vê partiyê û van destkeftiyan gelên me ne. Ev pêvajo ji bo me hemûyan û ji bo her kesî dê veguhere pêvajoya xwedawerivandin û nûkirinê. Beriya her tişî dê gelê me li dijî êrişan xwedî li partiya xwe û nirxên xwe derkeve û dê bi rexneyên xwe yên rast mudaxileyî vê pêvajoyê bike.”

Gunay, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku civînên wan ên gel ji bo her kesî vekirî ne û ji bo beşdariya li civînan bang kir.