21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Kiliç û Babaoglû pirtûkên xwe îmze kirin

Nivîskar Zivîn Kiliç û Burhan Babaoglû, li Amedê bi xwînerên xwe re hatin gelhev û berhemenên xwe yên bi navê “Hypatia’nın Hayali” û “Karacadag-1 Asurnasripal Laneti” îmze kirin

Li Navenda Çandê ya Dîcleyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê, ji bo berhema “Hypatia’nın Hayali” ya nivîskar Zivîn Kiliç û berhema “Karacadag-1 Asurnasripal Laneti” ya nivîskar Burhan Babaoglû bernameya îmzeyê hat lidarxistin. Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd ya Amedê Fatma Taşli Tûnç jî di nav de gelek wêjehezên kurd tev li bernameyê bûn.

Di bernameyê de destpêkê her du nivîskaran bi moderatoriya mamoste Bîrsen Orhan qala naveroka pirtûkên xwe kirin. Destpêkê nivîskar Zîvîn Kiliç axivî. Kiliç, destnîşan kir ku ji bo jinên ku bi zordariyên re rû bi rû dimînin pirtûk nivîsandiye û wiha got: “Mixabin li erdnigariya ku em lê dijîn her roj bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû dimînin.”

Piştre nivîskar Bûrhan Babaoglû jî axivî û di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Min heta niha 3 pirtûkan derxistiye. Yek bi çîrokî ye, yek helbestî ye û ya dawiyê jî roman e. Lê mixabin her sê bi tirkî ne, ji bo demên pêş ez ê hewl bidim ku bi kurdî binivisînim. Di vir de armanca me ew e ku em ji bo pêşerojê tiştek bikin. Naveroka pirtûka min der barê kesên saf û paqij de ye. Ew kes her tim di binê zilma kesên kapîtalîst de ne û ji bo azadiya xwe hewl didin ku xwe azad bikin.”

Piştî axaftina her du nivîskaran beşdarên bernameyê der barê pirtûkên wan de pirsan ji nivîskaran kirin û herî dawî pirtûkên xwe bi her du nivîskaran dan îmze kirin.