4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji hevserokan banga meşa Gemlikê: Ji bo azadiyê em biçin Gemlîkê

Partî, sazî û dezgehên kurdan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bang kirin ku tev li “Meşa Azadiyê” ya Gemlîkê bibin

Gel dê di pêşengiya partî û rêxistinên civaki de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiya” li dar bixin.  Nûnerên partî, sazî û dezgehên kurd ji bo tevlîbûna meşê bang kirin. Nûneran xwestin her kes tev li meşê bibe da ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê Abbas  Şahîn diyar kir ku divê pirskirêk bi muxatabê wê re bê çareserkirin û wiha got: “Dema em li pirsgirêkan bi taybet jî li yên Rojhilata Navîn dinêrin, di bingeha wan te tunebûna siyaseta demokratîk e. Ji ber ku gel ne di nav siyasetê de ye û çareseriya demokratîk pêk nayê, şer û kuştin bi dawî nabe. Bingeha vê yekê 100 sal berê hatiye avêtin. Bi polîtîkayên qirkirinê heta niha pirsgirêk çareser nebûne û wê nebin. Divê rêbazeke nû bê pêşxistin, li şûna şer, hawîrdoreke ku gel bikaribe xwe bi rê ve bibe, çand, bawerî û zimanê xwe bijî, bê avakirin. Li şûna modernîteya kapîtalîst, divê modernîteya demokratîk bê meşandin.”

Avakirina modernîteya demokratîk

 Şahîn anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan paradîgmaya ji nû ve teşe daye Rojhilata Navîn. Şahîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku ev paradîgma ji aliyê hemû gelan ve hatiye pejirandin û wiha domand: “Ev rêbazeke siyasetê ya din e. Li Sûriyeyê hîmên modernîteya demokratîk hatin avêtin. Ji ber ku di wir de dîtin ku gel ne tenê çarenusa xwe, ya tevahiya Rojhilata Navîn  diyar dike. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir kirin. Ji ber ku yek peyva birêz Ocalan dikare bibe xwedî hêza guhertina gelek tiştan. Ji ber vê yekê wî ji civakê qut dikin. Birêz Ocalan  Rojhilata Navîn pir baş analîz kir û di encamê de jî rêbazên nû pêşxist.”

Banga berpirsyariyê

Şahîn ji bo meşa Gemlikê banga tevlîbûnê kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Tirkiye hatiye asteke ku nikare hiqûqa xwe pêk bîne. Faşîzm siyaseta bêçareseriya demokratîk dimeşîne. Ji bo rê li ber siyaseteke demokratik vebe azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşa 18’ê Mijdarê ya Gemlîkê ku li dijî vê tecrîdê li dar bixin. Pêwîste gelê me beşdarî vê meşê bibe. Ji ber ku ev tecrîd ne li ser şexsê Abdullah Ocalan, li ser hemû gelan tê meşandin. Ev tecrîd xwedî avahiyeke otorîter e. Ji bo ku pêkhateya otorîter ji holê bê rakirin divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û tevlî meşê bibin.”

Ji bo aramiyê tevlî meşa Gemlikê bibin

Hevseroka Konfederasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya jî banga tevlêbûna meşe kir. Kaya diyar kir ku armanca meşê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û bang li gel kir ku tevlî meşê bibin:  Kaya wiha got: “Ji ber ku şikandina tecrîdê tê wateya aştî û azadiya gel divê tecrît demildet bê rakirin. Heta tecrîd nêyê şikandin li Tirkiyeyê bi tu awayî serkeftin çênabe. Edalet bi şikandina tecrîdê pêkane. Îro roj dozger û dager jî dibêjin edalet tune.  Cihê ku edalet lê tunebe tu nikarî qala mafên mirovan jî bikî. Ji ber wê em ji bo tevahî ya gelan edaletê dixwazin. Yên ku di vî welatî de dijîn û aramiyê dixwazin, çi kurd, ereb û tirk dibe û çi jî laz dibe kî dibe bila bibe em bang li hemûyan dikin ku tev li meşe bibin. Em bang li hemû gelan dikin ku tev li meşe bibin û tecrîdê bişkînin da ku em bi aramî bijîn.”