17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîl: Hemas nexweşxaneyê wekî navendeke rêvebirinê bi kar tîne

Artêşa Israîlê bang li endamên Hemasê yên li Kompleksa Bijîşkî ya El-Şîfa ya herî mezin a Xezayê kir ku ji nexweşxaneyê derkevin û xwe radestî artêşa wan bikin.

Artêşa Israîlê, ragihand ku ew ê derbasî nava Kompleksa Bijîşkî ya El-Şîfa bibin û  daxwaz kir ku hemû endamên Hamasê yên li nexweşxaneyê teslîm bibin. Li gorî Agence France-Presse, artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de got ku yekîneyên wan dê operasyoineke taybet li dijî Nexweşxaneya El-Şîfa pêk bînin û îdia kir ku endamên Hemasê vê nexweşxaneyê wekî navendekê ji xwe re bi kar tînin.

Li gorî heman çavkaniyê di amadekariyên êrîşa li dijî nexweşxaneyê artêşa Israîlê tîmên tenduristî û kesên ku bi erebî dizanin amade kiriye da ku ‘ sivîlên Hemasê wan wekî mertal bikar tîne zirarê nebînin’.

Îsraîl û Biden berpirsiyarin

Ji aliyê xwe ve, Hamasê, Serokê Amerîka Joe Biden û Israîlê wekî bersûcên bombebarana li ser Kompleksa Pizîşkî ya Şîfayê destnîşan kir.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Xezayê Eşref El-Qudra got, “Artêşa Îsraîlê ji me re ragihand ku dê di nava çend deqeyan de êrîşî Nexweşxaneya El-Şîfa bike.” El-Qudra ji ajansa El-Hedath re ragihand ku li derdora nexweşxaneyê teqîn û pevçûn hene.

Nexweşxane bi tankan hatiye dorpêçkirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Filistînê Mey El-Kaila jî diyar kir ku artêşa Israîlê bi tankan Nexweşxaneya El-Şîfa dorpêç kiriye.

El-Kaila ji ajansa El-Erebiye re ragihand ku artêşa Îsraîlê derbasî ofîsa rêveberê nexweşxaneyê bû.

El-Kaila herwiha got: “Em di derbarê nexweşxaneyan de bi Neteweyên Yekbûyî û paytextên Rojava re danûstandinê dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku di derbarê Nexweşxaneya El-Şîfa de ti pêwendiyek bi Israîlê re nîne.

“Ji kesên amade ne hat xwestin ku derkevin.”

Musteşarê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Yûsif Ebû El-Rîş beriya niha aşkere kiribû ku artêşa Israîlê ji nexweşxaneya El-Şîfa nexwestiye ku ji nexweşxaneyê derkeve, lê tenê piştrast kiriye ku ew ê di nava çend deqeyan de bikevin nav kompleksê.