4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

3 wezîrên Iraqê ji bo Helbûsî îstîfa kirin

Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya ji kar dûrxistina Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, 3 wezîran îstîfa kir û parlamenterên partiya Teqedûm jî boykot ragihandin

Duh Dadgeha Federal ya Iraqê, erka Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û parlamenterekê Parlamentoya Iraqê betal kir. Partiya Teqadûm a ku serokatiya wê Mihemed Helbûsî dike, bi daxuyaniyekê ragihand ku Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Plandanînê Mihemed Temîmî, Wezîrê Mehden û Pişesaziyê Xalid Betal û Wezîrê Çand, Turizm û Eserên Dîrokî Ehmed Bedran ku endamên partiya Teqadum in, îstîfa kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku 37 parlamenterên girêdayî Partiya Teqadûm biryara boykota civînên Parlamentoyê girtine. Parlamenteran her wiha ji erkên xwe yên di nava lijneyên cuda yên Parlamentoyê de jî îstîfa kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 22’yê Nîsana 2022an de Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, parlamenter Leys Dilêmî ji nav Partiya Teqedûm derxist. Ji wê demê ve nakokiyên navbera Helbûsî û Dilêmî zêde bûne û bidawîhatina endamtiya Helbûsî di parlamentoya Iraqê de, ku niha kesê yekem yê Sunî yê Iraqê ye, dê bibe destpêka krîzeke nû di nav civaka Sunnî û Şîeyan de.

Hebûsî ku niha Serokatiya Partiya Teqadûm dike, di hilbijartinên parlamentoyê yên Cotmeha 2021’ê de ew yekem serkeftiyê aliyê Sunnî ye û yek ji mezintirîn serketiyên hilbijartinên li seranserê Iraqê bû. Erkê Serokê Parlamentoyê mezintirîn postê siyasî ye bo Sunniyan li Iraqa piştî Sedam’e. Ji wê demê ve, her kesê ku ji civaka Sunnî ev post girtiye, di nav civakê de wekî kesê yekem tevdigere. Ji ber vê yekê, betalkirina serokatiya wî ji aliyê ji aliyê Dadgeha Federal ve wê bê bertek û krîzên nû nemîne.