spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê 4 karker tev li hevdîtinên diyarkirina heqdesta asgarî bibin

Turk-Îş’ê ji bo hevdîtinên diyarkirina heqdesta asgarî ya sala 2014’an ku wê di meha kanûnê de dest pê bikin biryar da ku bi 4 karkeran tev li hevdîtinan bibe.

Hevdîtinên ji bo diyarkirina bihayê heqdesta asgarî ya sala 2014’an wê di meha kanûnê de dest pê bikin. Her sal di dawiya salê de ji bo diyarkirina bihayê heqdesta asgarî ya sala bê ji hikûmet, karker û karmendan Komîsyona Diyarkirina Heqdesta Asgarî ya ji 15 kesan pêk tê, tê avakirin. Ev heyet her carê li navendekê bi giştî 3 hevdîtinan pêk tîne û di encama van hevdîtinan de bihayê heqdesta asgarî tê diyarkirin.

Ji ber ku endamên wê zêde ne li ser navê karkeran weke konfederasyona sendîkayên karkeran Turk-Îş tev li hevdîtinan dibe. Beriya ku hevdîtin dest pê bikin Serokê Giştî yê Turk-Îş’ê Ergun Atalay, der barê hevdîtinan de axivî û biryara ku ji bo hevdîtinan ji salên berê cudatir girtine ragihand. Atalay, da zanîn ku wê îsal weke Turk-Îş’ê bi 4 karkeran û rêveberekî konfederasyona xwe tev li hevdîtinan bibin.

Daxuyaniya Atalay a der barê mijarê de wiha ye:

“Di komîsyonê de wê îsal di heyeta Turk-Îş’ê de ji pîşeyên cuda 4 karker cih bigirin. Di hevdîtinan de wê ji rêveberiya Turk-Îş’ê sendîkavanek û xwaringêr, hilkêşek sotemeniyê, berber û qesabek nûnertiya bi milyonan karkerên bi heqdesta asgarî dixebitin bikin. Salên borî karkerek di komîsyonê de cih digirt, wê îsal cara yekemîn 4 karker li ser meseya bazarê bin.”

Bihayê heqdesta asgarî niha 11 hezar û 402 lîre ye.