4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dostên kurdan kî ne? Kurd divê bi kê re dostaniyê bikin

Ne dewletên sosyalîst û ne jî dewletên kapîtalîst dost û hevalbendên kurdan in. Çi sosyalîst bin, çi qapîtalîst bin û çi misilman bin, heke tevgera kurd a netewî xurt be, dikare tifaqên xurt jî pêş bixe, lê heke lewaz be, ji rêxistinbûnê bêpar be, çiqasî bixwaze bibe hevalê dewletan jî, nikare bi ser bikeve.

Hefteya borî Rênas Jiyan bi sernîvîsa “Kurd û Emerîka û Îsraîl” li ser vê rewşê sekinî. Di demeke ku qeyrana siyasî-aborî-civakî ya li Rojhilatanavîn gihiştiye lûtkeyê de bêguman helwesta kurdan a li hemberî hêmanên heremê û hêzên navnetewî gelek girîng e. Kurd bi sedsalan di geşedanên li Rojhilata Navîn de cih digirin. Tenê ne li Rojhilata Navîn di Balqan û Qefqasan de jî bûne xwedî roleke girîng. Hêzên leşkerî yên kurdan di serdema Osmaniyan de li Balqanan li hemberî serhildêrên Arnavut şer dikirin. Di heman demê de li Qefqasiya li hemberî hêzên rus û alîgirên wan şer dikirin. Mixabin di van şeran hemûyan de kurdan ne li ser navê xwe li ser navê Omaniyan şer dikirin. Ango ew bêstatu bûn.

Piştî sed salî zêdetîr îro jî kurd hem li welatê xwe hem jî li hinek cihên derveyî welatê xwe şer dikin. Lê kurd bi giştî hê jî bêstatu ne. Gelek caran sedema bêstatuya kurdan wekî ‘sucê kurdan’ bixwe tê diyarkirin. Bêguman saznekirina yekîtiya netewî û bêparbûna têkoşîneke hevpar sedemên sereke yên bêstatuya kurdan in. Lê sedema yekemîn bixwe hêzên derveyî kurdan in. Hem hêzên heremê (çar dewletên dagirker) hem jî hêzên hegemonîk (berê Îngilîz bûn niha Emerîka ye) berpirsiyarê vê rewşê ne.

Ingilîzan hêj di salên 1920’î de li paytexta Misirê Qahîre, bi rayedarên xwe re konferansek li dar xistin. Di vê konferansê de ligel ku hinek rayedaran (di nav wan de dîplomat û fermandarên leşkerî jî hebûn) dixwestin kurd jî wekî netewên din bibin xwedî dewlet jî hebûn. Lê bi giştî li hemberî dewletbûna kurdan helwest hate nîşandan û di konferansê de biryar hate dayîn ku kurd nebin xwedî statu. Îro jî hêza herî xurt a li hemberî statuya kurdan hêza hegemonîk emerîka bixwe ye.

Rênas jiyan di nivîsa xwe de balê dikşîne ser îdeolojî û netewbûnê. Li gorî wî ya girîng ne îdeolojî ne, berjewendiyên netewî yên kurdan in. Ji bo wê jî beyî ku tevger û partiyên kurdan îdeolojiyên xwe li ber çavan bigirin divê bi Emerîka û Îsraîle re dostaniyê pêş bixin. Dibêje, “Di kurdan de divê îdeolojî gava talî be, gava pêşî divê azadiya welat be.” Li gorî wî ji ber ku “dewletên sosyalîst” piştgiriya kurdan nekirin divê kurd bi nûnerê kapîtalîzmê re dostaniyê pêş bixin. Dibêje ji ber ku kurdan dijberiya Emerîka kiriye lewma Emerîka jî dijberiya kurdan dike. Lewma divê kurd dev ji vê dijminatiyê berdin û dostaniya wê bikin. Heke wekî Rênas jiyan diyar dike dewletên wekî Emerîka û Îsraîl dijminatiya kurdan nekiribûna bêguman rewş gelek hêsan bû. Lê mixabin rewş ewqasî ne hêsan e. Ne kurd ji ber xwe dijminatiya Emerîka û Îsraîl dikin û ne jî Emerîka û Îsrîal ji duh ve li bendê ne dostaniya kurdan bikin. Ne jî beyî îdeolojiyê azadiya welat pêkan e. Bi çend xalan rewşê dikarin wiha bînin ziman:

1-Îdeolojî û azadiya welat bi hev re girêdayîne:

Bêguman divê hemû tevgerên kurd li gorî azadî û statuya kurdan tevbigerin. Çi partî û tevger heke di cihê azadiya giştî ya kurdan de berjewendiyên xwe biparêzin; ew jî dê têk biçin, kurd jî wenda bikin. Ji bo kurd dikaribin azadiya xwe pêk bînîn divê xwedî hişmendiyeke xurt a azadxwaz bin. Rênas jiyan behsa mînaka Rojava dide. Lê heke gelê kurd û Rojavayê Kurdistanê ne xwedî bîrdoziyeke ewqas xurt bûna ne dikarî li ser lingan bimîne. Gelek derdorên ku xwe wekî nûnerên kurdan nîşan didan û qaşo ne li gorî ‘bîrdoziyan’ tevdigeriyan, bi hêzeke wekî DAIŞ’ê re peyman mohr kirin (Van derdor bi salan bi Emerîka û Îsraîlê re di nav têkiliyan debûn). Di serî de hêza herî mezin ku ji pişt ve ev hêza zalim destek dikir Emerîka û hevalbendên wê bixwe bûn. Îsraîlê bixwe li Suriye ji bo berjewendiyên xwe piîtgiriya cebilxane dida çeteyan. A ku helwesta kurdan zelal kir ne kurdbûneke ji rêzê bû, kurdbûneke ku xwedî hişmendî û îdeolojiya azadîxwaz bû. Bîrdoziya ku birêz Abdulah Ocalan pêş xistibû bû. Lê belê helbet ji ber ku ev bîrdozî bi ser ket nayê wê wateyê ku divê hemû tevger û derdorên kurd heman bîrdoziyê biparêzin an jî bibin xwedî heman bîrdozî.

Di bîrdoziyê de tişta were rexnekirin ne îdeolojî bixwe ye, naveroka îdeolojiyê ye. Bernameya şênber a girêdayî bîrdoziyê ye. Heke bîrdozî û bername di pêşiya azadiya kurd û Kurdistanê de asteng bin divê wê demê werin rexnekirin. Mesela îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelek hizb û derdor hene ku di bernammeyên xwe de behsa serxwebûna Kurdistanê dikin lê di pratîkê de hevkariya dewletên dagirker dikin. Li gorî xwe ev derdor ne xwedî tu bîrdozî ne, tenê azadiya kurdan dixwazin. Lê ji ber bîrdoziyeke wan tune ye bi hêsanî ji bo berjewendiyê xwe bi dijminên kurdan re hevkarî dikin. Li Rojava di dagirkirina Efrînê de hevkariya Tirkiyê kirin, îro li Başûr hevkariya Tirkiyê û Îranê dikin. Li Bakûr hevkariya desthilata faşîst a AKP-MHP dikin.

Li Kurdistanê ne tevger û partiyên xwedî bîrdoziya çepgir, partî û hizbên xwedî feraseta millîyetparêz dewlemend û hevkarên dewletên dagirker in. Tevger û partiyên bi Emerîka re hevaltiyê dikin esas zirara herî mezin didin kurdan. Ji bo berjewendiyên xwe yên partî, malbatî, eşîrî û hwd hevaltiya Emerîka dikin.

2-Ne dewletên sosyalîst û ne jî dewletên kapîtalîst dost û hevalbendên kurdan in.

Rênas jiyan di nivîsa xwe de jî aniya ziman ku sosyalîzm ‘pergaleke civakparêz’ e lê dewletên sosyalîst xerab in. Ji aliyê din ve dibêje “dewletên kaptalîst bêtir alîkariya kurdan dikin”. Wê demê naxwe mirov dikare bêje “qapîtalîzm xerab e lê dewletên qapîtalîst baştir in?” Kurdên polîtîk çima zêdetir sosyalîst in? Sosyalîzm di destpêka xwe de wekî hişmendiya têkoşîn û azadiya derdorên bindest derket holê. Kurd jî ji gelek aliyan ve bindest bûn lewma riya têkoşîn û azadiyê jî di sosyalîzmê re derbas dibû. Hêzên ku Kurdistan bêstatû hiştin û perçe kirin ne sosyalîst bûn, hêzên qapîtalîst bixwe bûn. Belê dewletên sosyalîst jî di cihê piştgiriya kurdan de alîkariya dewletên dagirker kirin lê gelên ku xwe wekî sosyalîst didîtin her tim piştgiriya kurdan kirin. Li Rojava bi sedan şoreşgerên enternasyonalîst şehîd ketin. Ka em binêrin çend ji van xwedî ramaneke qapîtalîst bûn? Çend ji van olperest an jî mezhebperest bûn?

Sosyalîzm riya wekhevî û azadiya gelan e. Riya jiyaneke hevpar a demokratîk û azad ya gelan e. Lewma ji bo kurdan a herî baş jiyaneke sosyalîst e. Lê belê ev ji bo tifaqên bi dewletên qapîtalîst re ne asteng e. Kurd li gorî rêgez û pîvanên ku zirar negihije gel û baweriyên din dikarin tifaqan pêş bixin. Cihuyan hem berî şerê cîhanê yê yekemîn û hem jî piştî şer alîkariya tirkan kir. “Tirkperestî” pêş xist. Bi alîkariya wan a dîplomatîk dewletê li hemberî kurdan û netew û baweriyên din qirkirin pêk anî. Lê dema derfet kete destê dewletê tirk li hemberî wan êrîş xistin meriyetê. Kurd nikarin li ser kuştin û qetilkirina bawerî û gelên din tifaqan bi dewletan re bikin. Dema wisa kirin tu cudatiya wan a ji zaliman namîne.

Kurd bi Îsraîleke ku jin-zarok-pîr nas nake qetil dike re nikarin bibin dost. Kurd bi dewleteke ku axa gelekî din dagir kiriye re nikarin dostaniyê bikin. Hamas çiqas xerab be, kirinên Îsraîlê jî ewqas xerab in. Kurd bi Emerîkayeke ku li hemberî qirkirina gelan bêdeng dimîne re nikarin dostaniyê bikin. Heman Emerîkaya ku li Rojava bi kurdan re tevdigere, xelata pere datîne ser serê şoreşgerên gelê kurd. Di çarçoveya dîplomatîk û naskirina statuya kurdan de dikarin tifaqan pêş bixin. Lê nikarin dostaniyê bikin.

3-Ne kurd; Emerîka û NATO dijminatiya kurdan dikin:

Kurdan bi giştî tu carî yeke yek neyartiya Emerîka û dewletên Ewropa nekirine. Lê ji destpêkê ve ev dewlet û hêz dijminatiya kurdan dikin. Di aliyê hişmendî de feraseta van dewletan a qapîtalîst hatiye rexnekerin û lazim e were rexnekirin jî. Lê li hemberî van dewletan, rayedarên wan û hemwelatiyên wan tu dijminatî nehatiye kirin. Mixabin van dewletan berî dewletên sosyalîst, tevgerên kurd ên têkoşîna rizgariya kurdan dimeşînîn wekî terorîst îlan kirin û li hemberî wan her tim piştgiriya dewletên dagirker kirin. Îro heke ne ji ber piştgiriya Emerîka û dewletên Ewropa bûna niha îhtîmaleke mezin têkoşîna kurdan a rizgariyê bi ser ketibû. Emerîkayê teknîka nûjen a şer û teknîkên têkoşîna hemberî tevgerên rizgarî dane Tirkiyê. Bi destê Tirkiyê polîtîkaya herî xurt a tunekirina kurdan meşand. Îro teknîka şer ya hewayî ku li hemberî tevgerên kurdan tê bi kar anîn ji aliyê Îsralê ve hate dayîn. Ma wê demê Îsraîlê nizanibû ji bo çi tê bikaranîn? Ma dema emerîka balafirên şer didan nizanibû ji bo çi têne bikaranîn? Îstîxbarata Îsraîl (Mossad) û ya Emerîka (CIA) di dinyayê de du teşkîlatên sereke yên îxtîxbaratê ne. Ma nizanin dewleta tirk çawa sucê şerê mirovahiyê dike, çima nakevin nav hewldanan? Gotinek heye, dibêje “Dîn û îmamê pere tune ye.” Rast e. Ev dewlet ji bo sermeyaye xwe, her kêlî dikarin “dostên” herî nêzî xwe bifiroşin.

Ji bo kurdan a herî girîng bêguman sazkirina yekîtiya netewî ye. Ev jî bi hişmendiyeke kurdewar pêkan e. Di yekîtiya netewî de ya asteng ne bîrdozî ye, bêbîrdozîtî ye. Piştî ku azadiya kurdan a giştî bixwaze û têkoşîna statuya Kurdistanê bide meşandin birdozî xizmetî vê rewşê dike. Bîrdozî, rêxistina di nav gel de xurt dike, bi pîvan û rêgezan xeta têkoşînê diyar dike. Çarçoveya berjewendiyên gelê kurd û dostên wan diyar dike.

Kurd wekî tirk û ereban dikarin bibin hevalên Emerîka. Lê ka li halê dewletên hevalên Emerîka binêrin. Li kîjanê demokrasî û azadî heye, li kîjanê ji aliyê jiyana cîvakî ve wekhevî heye?  Li kijanê jin serbixwe dikare tevbigere? Heke kurd jiyaneke wisa bixwazin jixwe hewce nake hevaltiya Emerîka bikin, bila şert û mercên dewletên dagirker qebul bikin bes Kurd bi têkoşîna dane, bûne xwedî tecrubeyeke mezin. Ev tecrube bi rêxistinbûnê dikare veguhere deskeftiyan. Rêxistinbûneke ku netewa kurd esas digire. Netewa kurd jî wekî her netewê din e: Ne kêm û ne zêde. Çi bîrdoziya ku li ser vî esasî bimeşe dê têkoşîna azadiya kurdan xurt bike. Divê kurd baş dizanibin ku dostaniya dewletan ne pêkan e. Dewletên herî zêde dostên hev in, di nav bîst û çar saetan de dikarin bibin neyarên hev. Bi dewletan re tifaqên polîtîk dikarin werin pêşxistin. Çi sosyalîst bin, çi qapîtalîst bin û çi misilman bin. Heke tevgera kurd a netewî xurt be, dikare tifaqên xurt jî pêş bixe, lê heke lewaz be, ji rêxistinbûnê bêpar be, çiqasî bixwaze bibe hevalê dewletan jî, nikare bi ser bikeve.  Çi hêz û tevgera ku bixwaze piştgiriya kurdan bike kurd jê re vekirî ne. Bîrdozî li pêşiya vê ne asteng e. Lê heke di berdêla vê dostaniyê de were xwestin ku kurd bibin şirîkên sucên wan, divê bîrdozî astengiya herî mezin ava bike.