4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mafya Çakici gef li Gergerlîoglû xwar

Serokê Mafyaya MHP’î Alaattîn Çakici, ji ber rexneyên wî yên li Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, gef li Parlamenterê HEDEP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû xwar.

Parlamenterê HEDEP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, duuh li Lijneya Giştî ya Meclisê axivîbû û bersiv dabû gefên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li dijî partiya xwe û rexneyên tund li Bahçelî kiribûn. Gergerlîoglû, di axaftina xwe de ev tişt ji bo Bahçelî gotibûn: “Bahçelî tu dê hedê xwe bizanî, dê Destûra Bingehîn û AYM’ê nas bikî û li cihê xwe rûnî. Tu ji ewil bibêje bê ka çima kujerê Sînan Ateş li mala Olcay Kilavuz derket. Bahçelî yê ku hêj nizane paşnavê min bibêje, here ji ewil hînî tirkî bibe.”

Ji ber van gotinên wî yên li dijî Bahçelî, Serokê Mafyaya MHP’î Alaattîn Çakici ku bi rêya guhertina vesazkirina înfazê ji girtîgehê derketibû li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal gef li Gergerlîoglû xwar.

Li ser vê yekê Gergerlîoglû di serî de Alaattîn Çakici giliyê kesên gef lê xwarin û heqaret lê kirin, kir.

Di 27’ê hezîrana 2022’yan de dema ku Alaattîn Çakici girtîbû û li Nexweşxaneya Îhtîsasa Bilind a Kirikkaleyê dihat tedawîkirin Devlet Bahçelî çûbû serdana wî û pê re hevdîtin kiribû.

Her wiha piştî berdana xwe Çakici jî ewil çûbû serdana Bahçelî.

Li aliyê din Çakici beriya niha gef li Serokê Giştî yê berê yê CHP’ê Kiliçdaroglû jî xwaribû.