27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji nivîskarên girtî re name şandin

Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya “15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de” kart û name ji nivîskaran re şandin.

Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, têkildarî “15 Mijdarê Roja Nivîskarên di Girtîgehê de” ku di 15’ê mijdara 1981’an de ji aliyê PENa Navneteweyî ve hatibû ragihandin, li ber Postaxaneya Semta Ofîsê ya Amedê daxuyanî dan û kart û nameyên piştgiriyê şandin girtîgehan. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tûnç, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz, Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyan tev li bernameyê bûn.

Beşdaran piştî şandina kart û nameyan li ber deriyê Postexaneyê axaftin kirin. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan axivî û bal kişand ser girîngiya rojê. Fîdan da zanîn ku ev roj ji aliyê PENa Navneteweyî ve ji bo nivîskarên di zîndanan de hatiye diyarkirin. Fîdan anî ziman ku ew jî weke Navenda PENa Kurd hewl didin piştgiriya nivîskarên ku di girtîgehê de ne, yên ku bi tade û îşkenceyê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Me îro kart û name ji nivîskar û rojnamegerên di zîndanan de şand û me piştgiriya xwe ji bo azadiya raman, azadiya xwederbirînê diyar kir. Xebatên me yên bi vî avayî dê bidomin.”

Piştre Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç axivî û got ku ew hêvî dikin ku nivîskarên di zindanan de jî azad bibin û wan jî di nava xwe de bibînin.

Seroka MKG’ê Roza Metîna ji bo piştgiriyê ku endamên komeleyê û rojnemeger jî di girtîgehê de ne, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Beşdaran piştgiriya xwe anîn ziman. Herî dawî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û ji bo serdanê spasiya şandeyê kir. Altan diyar kir ku rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd di bin gelek zehmetî û pêkûtiyan de xebatên xwe dimeşînin û got divê ev yek ne wisa be. Altan da zanîn ku hevalên wan hê jî girtî ne û li dijî vê yekê berxwedanek jî heye.

Piştî axaftinan Tûnç, Dîjle û Fîdan ji bo bibin endamên DFG’ê form tije kirin û bername bi dawî bû.