Medya Iraqê ragihand ku carek din bi dronan êrişî baregeha leşkerên Amerîkayê ya Eyn Esed ya li parêzgeha Enbar hate kirin.
Lê derbarê zerar û ziyanên êrîşê de ti agahî nehate belavkirin.
Hêjayî gotinêye ku ji 7’ê Cotmehê anku ji destpêka şerê Israîl û Hemasê ve zêdetirî 30 êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine kirin.