Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 22 rojin agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.
Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa me de wek edîtor dixebite.
Ajansa ROJNEWS’ê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red û şermezar kir. Rêveberiya ROJNEWSê xwest ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.
Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin. PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa ROJNEWS’Ê Silêman Ehmed berpirse.