9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Misirciyan Tuncer Bakirhan bi girseyî pêşwazî kirin

Hevseroka Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re li navçeya Misircê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Bakirhan di axaftina xwe ya ji girseyê re got: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan îro li Sêrtê ye. Bernameya Bakirhan a li Sêrtê dest pê kir. Bakirhan û şandeya pê re ewilî serdana navçeya Misircê kirin. Şande di ketina navçeyê de bi girseyî hat pêşwazîkirin. Şande paşê bi konvoyek mezin hat navenda navçeyê û ji Kuleya Saetê heta avahiya partiyê meşiyan. Xelkê li ser kolan û cadeyan eleqe û kêfxweşiya xwe nîşanî Bakirhan da. Di serdanê de dengê çepikan û lîlandinê jî qet kêm nebû.

Bakirhan axaftinek kurt kir û ji bo pêşwaziyê spasiya girseyê kir. Bakirhan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurdan û destnîşan kir ku ji bo yekitî pêk were berpirsiyarî dikeve ser milê kê divê bike. Bakirhan û şandeya pê re piştî serdana li Misircê berê xwe dan navenda Sêrtê.