spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wê starta 25’ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bê dayîn

Meclisa Jinan a HEDEP'ê wê starta 25'ê Mijdarê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide.

Bername û çalakiyên jinan ên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê dest pê dikin. Li gorî nûçeyeke ku JINNEWS’ê daye, wê Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) starta 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Em jê nagerin, em li her derê ne” li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide. Her wîha Meclisa Jinan a HEDEP’ê di nav çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li bakurê Kurdistanê û platform û rêxistinên femînîst ên jinan li rojavayê Tirkiyeyê de jî cih bigire.

Di vê çarçoveyê de wê Meclisa Jinan a HEDEP’ê di 20’ê mijdarê de li ber Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê tê dîtin dest bi çalakiyên xwe bike. Meclisê bi destpêkirinê re plan dike ku peyama xwe li kêleka jinên di Doza Kobanê de tên darizandin bide.

Ji bo 25’ê Mijdarê wê Komcivîna HEDEP’ê ya Meclisê jî ji Meclisa Jinan a HEDEP’ê re bê veqetandin.

Her wiha di çarçoveya bername û çalakiyên 25’ê Mijdarê de wê Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatimogûllari tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibe û bi jinên mexdûrên erdhejê re li Hatayê hevdîtinan bike.