spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê banga dijî gefên Îranê

Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî gefên Rejîma Îranê yên li dijî wan da û bang li rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî kir ku haya wan ji planên Îranê hebin û bi erkê xwe rabin.

Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê, der barê gefên Îranê yên li ser penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê niştecih bûne daxuyaniyek belav kir. Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê, bang li civaka navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan, Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistan ku penaberên Rojhilatê Kurdistanê di xaka wan de niştecih in kir û xwest ku haya wan ji planên leşkerî û ewlekarî yên Rejîma Îranê hebin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di dema borî de gelek caran bi rêya rayedarên leşkerî û siyasiyên xwe, gefa êrişan li wargeha penaberên Rojhilatê Kurdistanê ên niştecihê Herêma Kurdistanê xwariye. Herwiha nûçe û lêkolîn derdixin holê ku rejîma Îranê ji bo derbaskirina sînoran û êrişek din ya ser penaberên siyasî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê, di nava amadekariyê deye.

Komra Îslamî ya Îranê di salên borî de bi sedan penaber û çalakvanên siyasî yên Kurdistana Îranê di nava xaka Herêma Kurdistanê de teror kiriye. Di çalakiyên ciwan û zarokan de bombe teqandiye. Di çar salên borî de gelek caran bi mûşek û dronan êrişî wargehên penaberên siyasî yên Kurdistana Îranê kiriye. Mixabin ji ber êrişan bi dehan sivîl û penaber hatine kuştin û birîndar bûne.

Di rewşa niha de rayedarên rejîmê bi eşkere, dem û zemîna ji bo êrişek din diyar dikin. Bi rêya vê daxuyaniyê em bang li welatan, civaka navnetewî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û taybet jî Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê dikin ku penaberên Rojhilatê Kurdistanê di nav xaka wan de niştecih bûne, bila agahiya we ji planên leşkerî û ewlekarî yên rejîma Îranê hebin. Em bang li hemû aliyan dikin da ku bi hemû hêz û tedbîrên xwe yên dîplomasiyê, hewl bidin pêşî li êrişên rejîma Komara Îslamî ya li ser penaberên Kurdên Îranê ên li xaka Herêma Kurdistanê niştecihin, bigrin.

Bi vê re, li gorî rastiya hegemoniya Îranê ya li Iraqê, divê bi taybetî di warê hewayî (esmanî) de Emerîka, hêzên hevpeyman yên li Iraqê bi erkê xwe rabin. Divê gavên pratîkî dijî destdirêjiya Komara Îslamî ya Îranê biavêjin.

Hizba Demokrata Kurdistan ya Îranê bi rêya vê daxuyaniyê siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo rewakirina destdirêjiyên xwe yên li welatên cîran û qetilkirinên li duh hev ên dijî penaberên siyasî, red dike.

Di rastiyê de Komara Îslamî ji bo sepandina siyaseta xwe ya bêdengkirinê ya dijî çalakvanên sivîl, xelkê bê parastin ê di xwepêşandanan de, tevahî Îranê bi tayebet jî Kurdistanê bê ewle kiriye.

Li gorî ezmûnên dema borî jî tê dîtin, Komara Îslamî bi vê siyaseta xwe nikare qeyranên navxweyî çareser bike. Di heman demê de nikare Kurdan û hemû xelkê azadîxwaz yên li Îranê bêdeng bike.

Serkeftin ya gelên Îranê û hemû azadîxwazên vî welatiye.”