28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Kawayê Hesinkar ta Kawayê Hemdem: Newroz

Piştî Mazlum Dogan ku wek Kawayê Hemdem tê naskirin, di girtîgeha Amedê de li dijî zilmê bi agirê bedena xwe agirê Newrozê geş kir, êdî Newroz li cem Kurdan wateyeke nû girt. Kurd ji hemû gelên din zêdetir xwedî li Newrozê derdikevin û wate didinê. Li cem Kurdan Newroz tê wateya têkoşîn, berxwedan û derketina li dijî zilmê.

Peyva Newroz li gor zimanê Îranî-Kurdî ji du kiteyan pêk tê. ‘New’ bi wateya ‘Nû’ ‘Roz’ jî bi wateya ‘Roj’ e. Her du kite dema tên rex hevdu tê wateya ‘Roja nû’ ango Newroz.

Weke zarava jî bi maneya zindîbûn, jiyan û nûbûnê ye. Ev jî zêdetir berdewamiya bi guhertina xwezayê ve eleqedar e. Ji ber Newroz tê maneya rojeke nû ku dema dawî li demsala zivistanê ya sar û dijwar tê, giya heşîn dibin, dar kulîlkan didin, kanî diteqin, pileya germê zêde dibe û demsaleke nû bihar dest pê dike.

Ev guhertina avhewayê û cejna Newrozê xwedî dîrokeke kevnare. Newroz weke Cejna Zigmek di 10-12 hezar B.Z ji aliyê Sumeran ve weke serê salê dihat pîrozkirin, di heman demê de di salnameya Kurdî de jî Newroz serê salê ye.

Ji bilî wê Newroz cejneke Kurdan e û li xaka Kurdan derketiye holê. Hinek welatên weke Îran, Afganistan, Ozbekistan, Tacikistan û Qirgizistan jî vê rojê pîroz dikin û weke ya xwe dibînin. Ev li gor erdnîgariya ev welat lê ne tiştekî asayî ye û rast e.

Efsaneya Newrozê

Newroz weke gelên din ê herêmê ji bo gelê Kurd jî xwedî taybetmendiyeke girîng e. Ligel hatina biharê, şînbûna deşt û çiyayan, sembola berxwedaniyê û azadiyê ye jî. Dîroka vê sembolê jî ji împaratoriya Medya heta roja îro tê.

Cejna Newrozê 21’ê Adarê ya sersala Kurdî ye û roja yekemîn a biharê ye. Dîroka vê cejnê li gor çavkaniyan digihîje sala berî zayînê 612’yan. Her sal ev roj di nav gelê Kurd û gelên din ên herêmê de bi coş tê pîrozkirin.

Destpêka vê dîrokê xwe dispêre efsaneya Kawayê Hesinkar ê kurekî çeleng ê Kurd e ku li dijî zilma padîşah Zuhak (Dehaq) serî rakiriye û ew ji holê rakiriye.

Li gor efsaneyê, Dehaq padîşahekî zalim e û zilmê li Kurdan dike. Timî mejiyên serê ciwanên Kurd jêre dibin da ku marên li ser milên wî pê xwedî bikin. Kawayê Hesinkar ê li hember vê zilmê serî rakiriye, Dehaq tine kiriye û paşê jî weke nîşaneya serketinê agir pêxistiye.

Nîşaneya nîştimanî û neteweyî

Pêxistina agir jî di roja Newrozê de tê maneya serketina xwedayê başiyê ya li hember xwedayê xerabiyê. Her wiha elamet û nîşaneya ronahiyê ye ya xwe dispêre baweriya Zerdeştî jî. Ji ber agir yek ji çar pîroziyên baweriya Zerdeştî ye. Zerdeştî yekemîn bawerî û ola împaratoriya Medan e. Di serdema Medan de li herêmê Zerdeşt derdikeve holê û peyamên xwe belav dike. Zerdeşt paşê Cejna Newrozê û roja serê salê ya nû di nav peyamên baweriya xwe de weke pîroziyekê bi cih dike. Newroz bi vî rengî nîşaneyeke nîştimanî, neteweyî û baweriyê werdigire. Bû beşek ji çanda gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.

Ev cejna serhildana yekemîn e, heta roja me ya îro di nav gelê Kurd de bi coş û girîngiyeke taybet tê pîrozkirin. Her çiqasî hêzên dagirker hewl dan bi zextan rê li van pîrozbahiyan bigirin jî gelê Kurd ev roj weke cejneke neteweyî her sal tevî berdêlên giran pîroz dike.

Kawayê Hemdem

Yek ji kadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mazlum Dogan, piştî darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’an, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li hemberî zext û êşkenceyê bi 3 zilikên niftikê agirê Newrozê vê xist û ji wê rojê ve jî 21’ê Adarê weke sembola roja berxwedana gelê Kurd tê pîrozkirin.

Newroz, di nava kurdan de weke rojeke neteweyî dihat pîrozkirin, lê piştî çalakiya Mazlum Dogan ku weke “Kawayê Hemdem” tê binavkirin, êdî wateya “Cejna Vejînê” jî lê hat barkirin. Rêber Ocalan, Newrozê weke vejîn, serhildan û raperînê pênase dike, disan Newrozê weke israra di jiyana azad de pênase dike.

21’ê Adarê wekî sersalê jî tê pejirandin. Her wiha di nav nexşeya Îrana Mezin de, li deverên ku Kurd jî tê de, li Azerbeycan, Efganistan, Belûc, Faris,  û Komarên Asyaya Navîn û di nava gelên arî de her sal Newroz tê pîrozkirin. Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê di nav hemû rêxistinên Kurdan de wekî cejna neteweyî ya hevpar tê qebûlkirin. Lê ti gelan weke Kurdan Newroz ne parastine û pîroz nekirine.

Newroz û gelê Kurd hevdû temam dike. Di sedsala 20’an de gelê Kurd bi pêxistina agirê Newrozê ya bi pêşengiya Kawayê Hemdem re ji nû ve cewhere xwe dît. Newroz gihîşte wateya xwe ya rasteqîn. Ji ber ku di cewhera Newrozê de têkoşîn û berxwedan heye, gelê Kurd jî hebûna xwe bi têkoşîn û berxwedanê diparêze.

Bi taybet di nava gelê Kurd de bi pêşketin û belavbûna têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkerî û mitîngeriyê re Newroz veguherî raperînê. Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê her sal bi hatina Newrozê re gelê Kurd her qad veguherand qada berxwedanê û bi berxwedanê pêşwazî li Newrozê kir. Divê rojê de daxwazên xwe anî ziman. Ji ber gel bi berxwedanê pêşwazî li Newrozê dike, Rêber Ocalan gelê Kurd weke ‘Gelê Newrozê’ pênase kir.

Rojên Newrozê wekî rojên serhildana li dijî zalim û zordariyê hatiye qebûlkirin. Bi taybet  gelê kurd ji salên 1990’an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newrozê piroz dike. Gelê Kurd ku bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan Kurd û gelên din Newrozê pîroz dikin. Gelê Kurd bi Newrozê re bi rastiya xwe hesiya û xwe ji nû ve afirand.

Mazlûm Dogan li zindana Amedê ya ku bi navê ‘Hejmara 5’an’ tê zanîn, berxwedana ku wê dîroka binivîsanda hê ji roja pêşî ve dabû ber xwe. Mazlûm Dogan ku di dadgehên dewleta Tirk de bi rengekî bêhempa wê tevgera PKK’ê biparasta, wan rojan ku hovîtiya rejîma cuntaya faşîst derketî holê, 21’ê Adara 1982’yan bi sê darikên kibrîtê bi dirûşmeya, ‘Berxwedan Jiyane’ bi pîrozkirina Newrozê dema ku dawî li jiyana xwe anî, hem li hundir û hem li derve di qonaxa herî krîtîk a tevgera azadiyê de rêça berxwedanê da destpêkirin. Piştî şehîdbûna Mazlûm Dogan Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner, Mahmût Zengîn jî bedena xwe dane ber agir, 14’ê Tîrmeha 1982’yan dîsa qedroyên pêşeng ên tevgerê Xayrî Durmuş û Kemal Pîr berxwedana rojiya mirinê dane destpêkirin.

Herwiha Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan wê ev agirê Newrozê dewr bigirtana. Êdî Newroz vegeriya, Newroza berxwedan, serhildan, vejîn û azadiyê.

Di Newroza 2013’yan de ji ber mercên ‘Pêvajoya Çareseriya Demokratîk’ bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî û ji bo Kurdan statû’ manifestoya serokê PKK’ê Abdullah  Ocalan mohra xwe li Newrozê da. Pîrozbahiya ku nêzî 2 milyon mirov tevlî bû, Amedê şahidî ji çalakiya herî girseyî ya dîroka xwe re kir. Pîrozbahiya ku bi milyonan zindî lê temaşe dikir, bi daxuyaniya dîrokî ya Ocalan re, pêvajoyeke nû ya têkoşînê destpêkiriye hate ragihandin.

Newroz îsal dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem Azadî” wê ji aliyê milyonan Kurdistanî ve li qadan were pîrozkirin.