4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şemzînanê wê agirê yekemîn ê Newroza azadiyê bê hilkirin

Agirê ewil ê Newroza “Her der Newroz, her dem azadî” dê li Şemzînanê bê hilkirin. Şemzînan yek ji wan deveran e ku cara ewil şitlê azadî û serî rakirinê lê hatiye çandin e.

Newroza îsal ji aliyê partî û rêxistinên kurd ve bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin. Agirê ewil ê Newrozê wê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê were pêxistin. Destpêka têkoşîna çekdarî ya azadiya kurdan di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê bû. Guleyên ewil li vir hatin teqandin. Şemzînan yek ji wan navçeyan e ku seranserî dîrokê pêşengî ji îsyanên kurdan re kiriye. Li aliyekî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve ku 17’ê Nîsana 2022’yan de dest pê kiribûn hê jî didomin û li aliyekî jî wê li sînorê van deveran li cihê ku Çemê Pêsan û Çiyayê Gomanê yên li Şemzînanê ku digihîjin hev dê pîrozbahiya Newrozê were kirin.

Têkoşîna 40 salan

Şemzînan li sêgoşeya bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ye û van beşan digihîne 2asînor bi dehan kes bi guleyên leşkeran tên qetilkirin. Ruhê berxwedanê yê Şemzînanê ji Serhildana Nehrî li Şemzînanê bû û ev serhildanê xwe gihand çirûska serhildana ewil a tevgera azadiya kurd. Di van 40 salên dawî de Şemzînan bû cihê têkoşîna gelek remzên berxedanê. Vê navçeya ku li sêgoşeya Kurdistanê ye bi salane ku li gel hemû qedexe û zextan jî her tim kevneşopiya serhildanê domand.

Navçeya ku ewilî hatiye dabeşkirin

Osmaniyan û Îranê li hev kir û di sala 1639’an de Peymana Qesrî Şîrîn îmze kirin û kirin du beş. Di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de jî bi Peymana Lozanê Kurdistanê kirin 4 beş û ji hev hatin veqetandin. Kurd piştî van sînorên sûnî hatin çêkirin, ketin bin kontrol ango banê van dewletên cuda. Kurd sed sal in bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê re rûbirû mane. Yek ji van cihên ku bi peymanan hatine veqetandin jî Şemzînan e û wê li cihe cihek wiha girîng agirê Newrozê yê pêşî li vir bê dadan û germahiya xwe bide ser tevahiya Kurdistanê. Xelkê navçeyê bi salane ji xizmên xwe yên li rojhilat û başûrê Kurdistanê dûr in û ji ber dîwarên beton di navbera wan de li ser sînor hatine çêkirin, nikarin hev bibînin. Navçe ji ber baregeh û sewqiyatên leşkerî adeta hatiye tecrîdkirin. Lê tevê vê yekê jî wê agir li vê navçeya dîrokî û cihê ku kurdan meşaleya xwe ya azadiya ya ewil pêxist, were hilkirin.

 Bersiva êrîşan

Yek ji girîngiya agirê ewil ê Newrozê ku li Şemzînanê tê vêxistin jî ew e ku navçe nêzî qada şerê li başûrê Kurdistanê ye û wê agirê Newrozê ji êrişan û şer re bie bersiv.

Newroza azadiyê

Şemzînan wê mazûvaniya Newroza îsal bike. Ji bo Newrozê çend roj e li navçeyê amadekarî tên kirin û komîteya amadekar li gund û navenda navçeyê xebatan dikin û xelkê vedixwînin pîrozbahiya Newroza azadiyê. Wê Newroz li devera ku Çemê Pêsanê ku digihîje Çemê Zapê û li qûntara Çiyayê Gomanê were pîrozkirin. Xelkê Şemzînanê cil û xemla xwe ya netewî ji bo pîrozbahiyê amade kirine û bi kelecan li benda pêxistina agirê ewil ê Newrozê ye.