3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji kesên 30 salin girtî ne dixwazin poşman bibin

Lijneya çavdêriyê berdana girtî Kasim Karataş û Osman Kilavûz ên ku 30 sal in di girtîgehê de ne, bi hinceta “halê nebaş” 3 mehên din taloq kir

Lijneya Çavdêriyê ya girtîgehê berdana Kasim Karataş (60) û Osman Kilavûz (49) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tên ragirtin, bi hinceta “halê nebaş” 3 mehan taloq kir. Kasim Karataş, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hate darizandin û di 4’ê îlona sala 1993’yan de bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka dewletê veqetîne” hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Karataş, di pêvajoya girtinê de li gorî rêzê li girtîgehên Îzmîr-Buca, Aydin, Dîlok, Karabuk, Riha û Tekîrdagê ma. Niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin. Diviyabû Karataş di 2’yê tebaxa 2023’yan de tehliye bûbûya, lê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, tehliyeya wî hate taloqkirin.

Lijneyê ji bo Karataş ev îdiaye kir: “Li gorî rêgezan tevnagere, qebûl nake ku tev li xebatên komê bibe, poşmantiyê qebûl nake, di dema lêgerînan de ji xebatkaran re nabe alîkar, dema li girtîgehê mafên xwe bi inyeteke baş bi kar ne anî, gelek caran cezayê disiplînê lê hate birîn û amade ne ku tev li civakê bibe.”

Karataş, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Di sala 2016’an de ji dilê xwe emeliyat bû. Nexweşiyên weke şekir, tansiyon û mîdeyê yên Karataş hene.

Osman Kilavûz jî li heman girtîgehê tê ragirtin. Kilavûz, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û di 25’ê tebaxa sala 1993’yan de bi îdiaya “Dixwaze beşeke xaka dewletê jê veqetîne” hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Kilavuz, li gorî rêzê li girtîgehên Kocaelî-Kandira, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Enqereyê, Girtîgeha Tîpa H a Bursayê, girtîgeha Aydin-Nazîllî, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û Girtîgeha Tekîrdagê ma.

Tehliyeya Kilavuz jî ji hêla heman lijneyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Hincetên ji bo taloqkirina tehliyeya Karataş hatin nîşandan, ji bo Kilavûz jî hatin nîşandan.

Parêzerên Karataş û Kilavuz dê li dijî biryarê îtîraz bikin.