5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞ’ê trafoyên gund rakirin

DEDAŞ'ê li gundê Tirweqî yê navçeya Erxeniyê trafoyên ceyranê rakir. Gundiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê berhemên wan di zeviyan de hişk bibin

DEDAŞ’ê li gundê Tirweqî yê navçeya Erxeniyê trafoyên ceyranê rakir.

Tîmên Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş. (DEDAŞ) serê sibê bi cendirmeyan re hatin gundê Tirweqiya navçeya Erxenîya Amedê û dest bi rakirina trafoyan kir. Kesên hatin gund, bêyî ku xelkê gund ji rewşê agahdar bikin, dest bi rakirina trafoyan kirin. “Bikaranîna ceyrana qaçax” weke hinceta rakirina trafoyan hate nîşandan.

Şêniyên taxê diyar kirin ku piştî danîna trafoyan ji DEDAŞ’ê xwestine ku saetên wan ên ceyranê bên girêdan lê şîrket wan paşguh dike. Welatiyan wiha bertek nîşan dan: “Berhemên me yên çandiniyê dê di nava zeviyan de bimînin.”