30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Hewlerê bang kirin: Dawî li tecrîdê bînin

Rêveberên HDP’ê li nûnertiya xwe ya li Hewlêrê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyanî dan û bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku li dijî tecrîdê xwedî helwest bin

Rêveberên HDP’ê li nûnertiya xwe ya li Hewlêrê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyanî dan û bang li rêxistinên mafê mirovan kirin ku li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.

Endam û rêveberên HDP’ê li nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê, dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daxuyanî dan çapemeniyê.

Endamê HDP’ê Agir Guneş daxuyanî xwend û wiha got: “ Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan nayê qebûlkirin. Ji ber ku 29 mehin tu agahiyek li ser jiyan û tenduristiya Rêber Ocalan nayê zanîn. Rê nadin parêzer û malbat serdana Îmraliyê bikin. Rêber Ocalan 24 salin ji ber fikir, raman û azadiya gelê kurd ji aliyê dewleta kirk ve dîl hatiye girtin. Di heman demê de êrişên li ser gelê kurd yên ji bo tinekirinê dewam dikin.

Tecrîda li ser Rêber Ocalan bi ti awayî nayê qebûlkirin, 29 mehin rê nadin parêzer û malbata serdana Îmraliyê bikin. Divê rêxistinên mafê mirovan, CPT rê li tecrîda ser Rêber Ocalan bigirin û derbarê jiyan û tenduristiya wî de agahî bidin raya giştî. Nabe divê rewşa hestyar de bêdengî were hilbijartin, ji ber ku Rêberê Gelê Kurd, xeta sore û nabe bê tecrîdkirin.  Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin da ku bi erkê xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin. Xwedî helwest bin û bêdeng nemînin, ji ber ku ev tecrîd dijî mirovahî û mafên Rêber Ocalane.”