2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî qedexeya Walîtiya Dêrsimê kampanya îmzeyan dan destpêkirin

Hunermend û nivîskaran li dijî qedexekirina tevlêbûna Koma Îsyan Ateşî û Koma Varedarz Folkê ya 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û qedexê şermezar kirin.

Di 2’yê tebaxê de 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê dest pê kir. Beriya ku mihrîcan dest pê bike Walîtiya Dêrsimê qedexe kir ku komên Grûp Yorûm, Îsyan Ateşî û Varedardz Folk tev li mihrîcanê bibin. Li ser vê polîsan endamên koman bi darê zorê binçav kirin û ji bajar derxistin. Hunermend, nivîskar û rojnamegeran jî li dijî vê biryarê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mîhrîcanên gel weke kevneşopiyên ku çandê pêş dixin tên zanîn û ev tişt hatin gotin: “Walîtiyê tevlibûna Grup Yorum, Grup Îsyan Ateşî û Varedardz Folkê qedexe kir. Hewl didin mîhrîcana ku ev 21 sal in tê lidarxistin reş bikin. Ev qedexe bandorê li hemû hemû hunermendên li ser xaka me dijîn dike. Serdest dixwazin bi vê yekê hêza hunerê asteng bikin. En weke hunermendên li jêr îmzeyên wan hene, bang li hemû dostên xwe yên hunermend dikin ku bila li dijî feraseta faşîst bi hêza hunera xwe ya civakî têkoşînê mezin bikin û dengê xwe bilind bikin.”