17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin

Ji malbata Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku xizmên wî û parêzvanên wî ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 2 kes birîndar kiribûn, 9 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan Celal Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz e û Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz jî biraziyên wî ne. Hat hînbûn ku navê van kesan di lêpirsînê de wekî kesên tiliya wan di komkujiyê de derbas dibin. Tê payin ku ev 9 kesên niha li Midûriyeta Polîsan a Rihayê, dê piştî îfadegirtinê sewqî edliyeyê bên kirin. Hat diyarkirin ku di lêpirsînê de navê 43 kesan derbas dibe.

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parazvanên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di xebatên hilbijartinê de êrişî kargeha malbata Şenyaşarê kiribûn. Di êrîşê de Celal, Adil, Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn. Paşê xizm û parêzvanên Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê cardin êriş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşarê û li vir Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar kuştibûn û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li ber çavê Emîne Şenyaşarê qetil kiribûn. Di bûyerê de ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz miribû.

Piştî vê bûyerê du dosye hatibûn amadekirin. Di dosyeya têkildarî kargehê de ji malbata Şenyaşarê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar hatibû birîn û ji malbata Yildiz jî tenê li Enver Yildiz 18 sal ceza hatibû birîn.