2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heqîqet di tariyê de nema

Komeleya  Rojnamegeran a Dîcle Firatê bi minasebeta 124’emîn salvegera 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê bi rojnamegeran re şahiyek pêk anîn. DFG’ê li salona Navenda Çandê pankarta “Roja Rojnamegeri Kurd Piroz Be” vekir. Bernameya şahiyê bi axaftina Roza Metina dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku Rojnamegriya kurd vedibêje hat pêşandan. Piştre bernameyê ji bo şahîdên çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Ewil Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Roja Rojnamegên Kurd pîroz kir û wiha got: “Çapemeniya kurd a azad li çar parçeyên Kurdistanê rojnamegeriyek serkefti pêş dixe. Çapemeniya azad di bûyîna dengê gelê kurd de rolek dîrokî dilîze. Çapeeniya Azad bi hêsanî nehat van rojan bedelên pir giran da. 124 salin çapemeniya azad li ber xwe dide.

Temel: Bedelên mezin hatin dayîn

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel jî şehîdên çapemeiyê bibîr anî û wiha got: “Kesên bi pênûs, xwîn û têkoşîna xwe bûn dengê azadiyê ez wan bi hurmet bibîr tînim. Îro Kurdistan hêj mêtîngeh e. Hêj hebûna gelê kurd û statuya gelê kurd tê inkarkirin. Gelê kurd hêj bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû ne. Têkoşîna gelê kurd bi çapemeniya kurd û çapemeniya kurd jî bi têkoşîna azadiyê ya kurd gihişt îro. Tevgera Têkoşîna Azadiya Kurd û çapemeniya kurd bi hevre pêş ketin. Îro kurd û Kurdistan di bin êrîşan de ye. Dixwazin dengê çapemeniya kurd û gelê Kurd bitepisînin. Çapemeniya kurd bi biryarek mezin dibe dengê gelê kurd.”

Ji Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Berivan Kayi  jî anî ziman ku rêwîtiya çapemeniya azad bi berxwedanek mezin hatiye heta îro û wiha got: “Em rojnamegerên jin di rêça Gurbetellî Ersoz û Nujiyan Erhan de dimeşin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî şehîdên çapemeniyê bibîr anî û wiha got: “Eger gelê kurd îro li ber xwe dide û têdikoşe, rola çapemeniyê girîng e. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di bin êrîşek mezin de ne. Tirkiye bi qasî gelê kurd wekî dijmin dibîne, rewşenbir û rojnamegerên kurd jî wekî dijmin dibîne. Tirkiye bi polîtikayên dijminantiyê li ser piyan e. Çapemeniya kurd di heqîqetê de israr dike. Kurd îro li her derê li dijî înkar û îmhayê li ber xwe didin. Tekoşîna gelê kurd dê bi ser bikeve. Rola çapemeniya kurd di olandana têkoşînê ya li cîhanê de mezin e. Ji bo dengê gelê kurd li cîhanê belav bike rolek mezin dikeve ser çapemeniya kurd .”

Şahî bi stranên hunermendê Komeleya Çand û Hunerê ya Dicle Firatê Herem Nergiz bi dawî bû.