17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kawa Nader: Kurd dikarin planên dagirkeran pûç bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî di 15’ê nîsanêTirkiyeyê û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayip Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan hevdîtin kir. Di hevdîtinê de tenê ala tirk hebû, lê ala Kurdistanê tune bû. Têkildarî hevdîtinê aktîvîst û nivîskar Kawa Nader Qader anî ziman ku ew hevdîtin ne li gorî protokolê bû û wiha got: “Di hevdîtinê de ala Kurdistanê tune bû. Ger ku ala Kurdistanê tune bû çima ya Iraqê tune bû. Dîsa di hevdîtinê de çima Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan hebû. Hebûna Hakan Fîdan wateyek din dide armanca hevdîtinê. Xuya dike ku ji bazirganiyê zêdetir ewlehî ye.”

‘Ne civînek li gorî protokolê bû’

Nader Qader anî ziman ku serdana Barzanî ya Tirkiye û ciwîna bi serokomarê Tirkiyeyê re ne cara yekemîn e û wiha axivî: “Barzanî berê jî gelek caran hat serdana Tirkiyeyê. Lê rûniştandina vê carê cuda bû. Bi qasî wêneyê di medya de hat parvekirin, mirov dikare hinek tişt jê derxe. Beriya her tiştî ciwîna bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Barzanî re ne li gorî protokolê ye. Heger li gorî protokolê bûya diviyabû ala Kirdistan jî li cem ala Tirkiyeyê hebûya. Eger ala Kurdistanê qebul nakin, çima ala Iraqê tune bû. Şeklê rûniştina wan nîşan dide ku wekî waliyekî bajarekî Tirkiyeyê pêşwazî bike.”

‘Civîn ne li ser bazirganiyê li ser ewlehiyê bû’

Qader bal kişad ser wêneyê derket pêş û wiha got: “Dîsa Musteşarê MÎT’ Fîdan  Hakan li hemberî Barzanî rûniştiye. Ev nişan dide ku ne li ser esasê bazirganiyê ye. Li ser esasê ewlehiyê ye. Tiştekî din di wêneyê de xuya dike. Medya tirk bê rêzdarî nêzî wan bûye. Wêne di nêvî de qut kirine. Wêne nêvî kişandine. Di aliyê protokolê de hevsengiyek tune ye. Tirkiye demek dirêj e herêma Kurdistanê dişopîne. Di sala 2023’an de dixwaze başura Kurdistanê dîsa bike beşek dewleta Tirkiyeyê.”

‘100 salin kurd bi înkar û kuştinê tune nabin’

Kawa Nader Qader destnîşan kir ku planên hêzên dagirker hene û wiha pêde çû: “Di 30   salên dawî de 750 milyon mirov bi şawazên cuda gihiştine mafên xwe. Hinek bi şer, hinek bi siyasetê û hinek bi xebatên civakî û bi rêbazên cuda gihiştine mafên xwe. Ya girîng ew e ku mirov bigêje mafê xwe. Dagirkerên Kurdistanê li Rojhilata Navîn yek rê dane pêşiya xwe. Ev jî kuştin û înkar e. Lê di 100 salên dawî de kurd bi vê rêbazên kuştin, înkar û çekêm kîmyewî tune nebûne.”

‘Kurd bêtir bi hêz bûn’

Qader, diyar kir ku li dijî polîtikayên înkar û kuştinê kurd bêtir bi hêz bûn û wiha got: “Dijberî vê yekê yên dagirker têk çûn. Kurd bêtir bi hêz bûn. Ji bo vê yekê heta şoreş hebe kurd wê daxwaza mafê xwe bikin. Dê her tim li dijî kurdan êrîşên siyasî û çekdarî hebin. Lê divê heqîqeta ‘Vîna gelan her bi ser dikeve’ neyê ji bîrkirin. Gelê Kurdistanê dê di demek nêzîk de mafê xwe bi dest bixe.  Pirsgirêka kurd a herî mezin bi sedan salan li dijî hev şer kirine. Dagirkeran jî her tim ji vê yekê sûd girtine. Divê em rê li hemû rêbazên ku xizmeta dagirkirin û şerê navxweyî vedike, bigirin.”

‘Gel li çar parçeyan bûne yek’

Qader herî dawî da zanîn ku yekîtiya gelan li her aliyê Kurdistanê çêbûye û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê hêzên serdest dixwaze rê li pêş yekîtiyê bigire. Gelê Kurdistanê bûne xwedî zanistî û agahiyek baş û xwe nas dike. Dikare rê nede ku planên dagirkeran bigêje encamê. Hemû pêşmerge ne welatparêz in. Hinek ji wan xizmeta pergala Tirkiyeyê dike. Lê piraniya xelkê Başûr hewl dide ku şer pêş nekeve. Tirkiye 2 salin hewl dide şerekî navxweyî pêş bixe. Lê baweriya me bi gelê Kurdistanê heye ku van planan pûç bike.

Dewleta Iraq, Îran û Tirkiye hewl dide ku destkeftiyên Kurdistanê ji destê gel derxin. Plana ku Tirkiye dike li ser esasê şer û tundiyê ye. Plana ku Iraq dike li ser esasê zagonî ye. Rêbaza ku Iran jî dike li ser esasê ewlehiyê ye. Mînak 6-7 roket avêtin Hewlerê ji bo ku bêjin binkeyên Israîlê li wir hene û ewlehiyê xera bike.”