9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di dîrokê de rola girtîgehan

Girtina mirovan kiryareke herî hoveber e û yekemîn car ji bo kolekirina mirovan hatiye kirin. Dîroka girtina mirovan ji bo kolekirinê digîje 11 hezar sal berê, dema ku bi şoreşa çandiniyê ve berhemê zêdek derketiye holê êdî kabîle û hêzên dijber di dewsa kuştinê de dest bi girtin û kolekirina hevûdin kirin. Ango girtin, zincîrkirin, îşkencekirin yekemîn car ji bo kolekirin û teslîmgirtina azadiya mirovan hatiye kirin. Girtîgehên Romaya Antîk bi nav û deng bûn. Ew cîhê kole û gladyatoran bû. Di serdema navîn de li Ewropayê girtîgeh di destê Dêra Katolîk de cîhê îşkenceyê bû. Mirovên ku li dervehî qalibên fikrî yên Dêra Katolîk difikirîn; beriya ku li dadgehên Engîzîsyon (Lêpirsînê) werin lêpirsînkirin, destpêkê di girtîgehan de dihatin îşkencekirin. Gava ku li wir jî teslîm nedibûn piştre bi cezayên di dadgehan de didan, dihatin şewitandin an jî kuştin. Li hemberî vê kiryarê jî bê gûman ji destpêka pêvajoya kolekirinê heta niha şerê azadiyê yê mirovan jî qet nesekinî ye.  Lê em dibînin ku girtîgeha di wateya modern de cara yekemîn hate avakirin di sala 1595’an de li bajarê Amsterdamê hatiye avakirin. Heta hingî ji bo kesên ku karê diziyê dikirin cezayê îdamê dihat dayîn, yekemîn car di sala 1588’an de biryar tê girtin ku di dewsa cezayê îdamê de ev kes ji aliyê dewletê ve were perwerdekirin û başkirin. Di çanda şaristaniya dewletê de di pergala têgehên sûc û cezayê de rola girtîgehê weke cîhê cezakirinê hatiye diyarkirin. Bê gûman ji bo vî cezayê divê sûc jî hebe. Başe mirov dikare pênaseya sûc çawa bike. Her çend her dewlet û pêkhate têgeha ‘sûc’ li gorî xwe dîzayn kiribe jî, di cîhana îro de pêwîste mirov “Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan referans bigire û hemû kiryarên li dijî vê danezanê weke sûc bihesebîne. Di serdema post modern de jî êdî di girtîgehên ku berê kole lêdihatin girtin li gelek dewletên ku çanda demokrasiyê tê de rûnenişt weke cîhên şikandina îradeya azad a şoreşger, rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û siyasetmedaran hate bikaranîn. Bi taybetî di vî warî de jî NATO ku serkêşiya dijberiya şoreşgeran dikir rola mezin lîst.

Piştî ku di sala 1917’an de Şoreşa Cotmehê pêk hat û di 30 salên piştî wê de hêdî hêdî li cîhanê şoreşên sosyalîst ên Rizgariya Netewî pêk hatin Pakta Atlantîka Bakûr NATO jî hate avakirin. NATO’yê general û karsazên NAZÎ yên ji Elmanya reviyabûn li welatên Amerîkaya Latîn destek kir û bi alîkariya wan pêkhateyên neteweperest ên faşîst ava kir. Piştre jî darbeyên leşkerî da kirin. Di serî de li Îtalya tevgerên kontr-gerîla yên ji bo neçîra şoreşgeran bike di navê rêxistinên weke GLADYO’yê de birêxistin kir. Bi taybetî NATO’yê girtîgehan weke cîhê îşkencekirin û kuştina şoreşgeran bikar anî. Di vî warî de Zîndana Saygon a Vietnamê bi nav û deng bû. Li gelek welatên Latîn weke Kûba, Şîlî, Arjantîn, Guatemala, Domînîk NATO di pêşengiya Emerîkayê de raste rast destwerdan kir û li van welatan piştgiriya rêveberiyên leşkerî kir. Li gelekê van welatan bi deh hezaran mirov hatin girtin û piştre jî kuştin. Mînak di navbêra salên 1976-1983’an de, li Arjantînê di dema dîktatoriyê de 30 hezar Arjantînî winda bûn. Piştre derket holê ku piraniya cesedê wan kesên ku hîn jî winda ne bi balafiran diavêtin behrê. Dayikên Arjantînî yên Plaza de Mayo 40 salan li aqûbeta mirovên xwe yên winda pirsîn.

Li Tirkiyê jî ku endamekî NATO’yê ye kiryarên darbeyên leşkerî kêm nebû. Di 27’ê gulana 1960, 12’ê adara 1971 û 12’ê îlona 1980’yî de darbeyên leşkerî pêk hatin. Di pêvajoya van darbeyan de bi deh hezaran mirov hatin girtin. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yî îşkenceyên li zîndana Amedê hatin kirin zîndana Saygon û Gûetemala di siyê de hişt. Li pişta van hemû kiryaran jî îdeolojiya faşîst a NATOyê ku şoreşger, rewşenbîr û siyasetmedarên çepgir weke xetere dibîne heye. NATO li Tirkiyê erka faşîzmê daye AKP’ê. AKP’ê di 17 salên dawî de 227 girtîgehên nû ava kir û ji van 126 piştî sala 2016’an ava kir. 126 girtîgehên nû jî bi taybetî ji bo kurdan ava kir. AKP’ê hewildana 15’ê Tîrmeha 2016’an weke hewildana pêkanîna darbeyeke leşkerî nîşan da. Lê bi kiryarên ku pêk anî tiştê ku deh darbeyan nekarî bike li ser civakê pêk anî û bi hinceta qaşo darbeyê di hemû saziyên dewletê de kadroyên xwe bi cîh kir. Êdî mirov dikare bêje ku ji dadgehên wê, saziyên Tiba edlî, çapemenî û artêşê de kadroyên xwe bi cîh kir. Ev hemû jî li dijî Têkoşîna Mûxalefeta Kurdan pêk anî. Girtin bi serê xwe kiryareke dervehî mirovayê jî be, AKP’ê rola girtîgehan guhert û wan kir îşkencexane û hetta zêdetir çû. Kir cîhê kuştina mirovan. Xala 5’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan ku Desteya Giştî ya Netewê Yekbûyî di 10’ê kanûna 1948’an de qebûl kiriye. Dibêje “Nabe ku ti kes rastî kiryar û cezayên rûmetşkandinê, dervehî mirovahiyê, zalîmane û îşkenceyê were”.  Konseya Ewropa ku hemû endamên wê di heman demê de endamên Endamên Netewê Yekbûyî ne, di rapora xwe ya îstatîstikên ceza yên 2020’i de Tirkiye di nava 47 welatên Endamên Konseya Ewropayê de welatê yekemîn ê herî zêde mirov lê girtîne bi nav kir. Konseya Ewropa û Netewê Yekbûyî gelek caran kiryarên der-mirovî yên vê desthilatdariyê rexne kir lê ji ber ku gelek ji wan di NATO’yê de cîh digirin, nerazîbûna xwe ji fikaran wirdetir nebirin.

Halî hazir di girtîgehên Tirkiyeyê de nêzî 300 hezar mirov girtî ne. Di nava van de bi hezaran mirovên ku hîn hikum li ser wan tune lê girtî têne darizandin hene. Dîsa li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan ÎHD yên 14’ê kanûna 2021’ê, zêdetirî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van 604 jê rewşa wan giran e. Bi taybetî pêvajoya Coronayê ku xeteriya tendûrûstiyê zêdetir bû desthilatdariya AKP’ê ev yek weke keysekê bikar anî û mafên girtiyan zêdetir bi sînor kir. Di salên dawî de êdî gelek girtiyên ku cezayê wan diqede, girtiyên nexweşiya wan giran di tabûtan de derketin. Hikûmeta AKP’ê di girtîgehan de îşkenceyê li mirovan dike û wan dikûje. AKP sûc dike. Li hemberî desthilatdariyeke ku li dervehî qanûn û destûrabingehîn tevbigere mafê welatiyan ê berxwedanê heye. Mafê Berxwedanê mafekî qanûnî ye. Mînak di destûrabingehîn a 1961 a Tirkiyeyê de tê gotin “Li dijî desthilatdariyeke çewsîner ku li dervehî destûrabingehîn û qanûnan tevbigere mafê welatiyan ê serhildanê heye”. Di xala yekemîn a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de li dijî zext û zoran mafê berxwedanê hatiye destnîşankirin. Di girtîgehan de kuştina mirovan hovitî û barbarî ye. Li dijî vê rêxistina sûc ya AKP’ê, mafê berxwedanê mafekî rewa ye.