11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neteweyên Yekbûyî: 5.1 milyon mirov ji Ukraynayê koç bûne

Serokê Ukraynayê Vlodomîr Zelenskî da xuyakirin ku çekên giran ên ku Ukraynayê ji hevalbendên xwe xwestibû û demeke dirêj li hêviya wan bû, êdî ketine destê artêşa Ukraynayê. Zelenskî da xuyakirin ku êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê dê ne tenê bi vî welatî bi sînor bimîn in.
Di heman çarçoveyê de Wezareta Karên Derve ya DYA’ê plana civîneke berfireh li Almanyayê dike. Di vê der barê de Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Lloyd Austin wiha got: “Tê plankirin ku heftiya pêşiya me li Almanyayê bi rayedarên leşkerî yên 20 welatan re civînek were lidarxistin da ku hewcedariyên Ukraynayê tê de werin nîqaşkirin.”
Doh Kanadayê jî dabû xuyakirin ku wan topên Howitzer M 777 radestî hikûmeta Ukraynayê kirine.
Di vê dema ku nîqaşên der barê alîkariya çekan de tê kirin, Rûsyayê jî amadekariyên êrîşeke berfireh li aliyê rojhilatê Ukraynayê dike.
5.1 milyon penaber
Nûnertiya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî der barê hejmara penaberên Ukraynayê de daxuyaniyek nû da. Li gorî daxuyaniya nû hejmara kesên ku ji Ukraynayê penaber bûne bûye zêdeyî 5 milyon û 100 hezarî û ew li welatên cîranê Ukraynayê bicih bûne. Her wiha li gorî hin raporan hejmara kesên ku di nava Ukraynayê de ji cih û warê xwe bûne gihaye zêdeyî 7 milyonan ku ji sedî 90’ê wan zarok û jin in.