28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji qada Îstasyonê bang kirin: Ku tecrîd rabe dê aştî pêş bikeve

Rêxistina Partiya Çepên Kesk û HDP'ê li Qada Îstasyonê mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Di mîtîngê de destnîşan kirin ku ji bo aştî li Tirkiyeyê pêş bikeve divê tecrîd bi dawî bibe

Rêxistinên HDP  û Partiya Çepên Kesk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşîtiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyonê mitîngek girseyî li dar xist. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk  Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kirin ku eger tecrîd bi dawî bibe, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê di nava hefteyekî de pirsgirêkê çareser bike.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma  “Ji bo aştiyek civakî, azadî û wekheviyê” li Qada Îstasyonê ya Amedê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê  mitîng  li dar xistin. Girseyê di qadê de pankatên “Dîsa jin dîsa jiyan”, “Aştî azadî û jiyan”, “Ji bo aştiyê tu jî tevlê bibe”, “Agirê daristanan polîtîk e”, “1’ê Îlonê aştî ye”, ” Jin jiyan azadî” hilgirt. Di mitinge de hevserok, rêveber û endamên KCD, HDP, DBP, TJA, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, KESK, DÎSK, MEBYA-DER, MED-DER, TUAY-DER, Partiya Çepên Kesk, Platforma Ked û Demokrasiyê jî di navde gelek rêxistinên sivil amade bûn. Girseyê li qadê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê xwend. Piştî rêzgirtinê ciwanan dirûşmeya “Ciwan fedaiyên Apo ne” berz kirin.

Heta tecrîd hebe dê têkoşîn jî bidome

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe dê têkoşîna gelê kurd bidome û wiha got: “Bi destê hikumeta AKP-MHP’ê tecrîdeke giran li dijî birêz Ocalan dimeşînin. Ev şer banadora xwe  li hemû Rojhilata Navîn dikin. Bi taybetî jî vî şerî li ser gelê kurd dimeşînin. Ez bang li patiyên muxalefet dikim. Ew qas kurd di bin şert û mercên zehmet de derbas dibin çima gotineke we tune ye. Bi taybetî jî dayika Emîne Şenyayar bi salan e li ber edliyê nobeta edaletê digire tu kes lê xwedî dernakeve. Lê niha êrîşî gundan dikin û mirovan qetil dikin. Bi îşkenceyê wan binçavdikin. Herî dawî Dayikên Aştiyê di rêyan de qeza kirin. Di encama qezayê de şehîd ketin. Heta ku tecrîd li ser birêz Ocalan hebe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ku dewlet tecrîdê rake dê aştî pêş bikeve

Piştre Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî. Ûçar bal kişand ser tecrîda giran û wiha got: “Tişta ku aqilê dewletê dikare li dijî vî şerî bike rakirina tecrîdê ye. Dixwazin bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan têkoşîn û baweriya hemû gelê kurd di bin tecrîdê de bihêlin. Lê hunê biser nekevin. Hikûmeta AKP- MHP’ê û serokkomar axaftinên xwe li qadan li gorî hilbijartinên herêmî dikin. Şîrketên çekan Tirkiye bi rê ve dibe. Xwediyê van şîrketa jî yê malbatên serokomarin. Vê rojê diyarî Dayikên Aştiyê yên li Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan dikim. Ev ne qezaya trafîkê ye, cinayet e.”

Herî dawî hunermend Xecê derket ser dike û stran got. Miting bi berzkirina diruşmeyan û bi govendê bi dawî bû.