13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Dest ji polîtîkayên tecrîda civakê berdin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî 1'ê Îlone Roja Aştiya Cîhanê daxuyanî da. Serokê ÎHD'ê Ercan Yilmaz xwest ku Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yê tecrîda li ser aştiya civakî sepandiye berde, da ku zimanê nefretê li ser civakê tê ferzkirin bi dawî bibe

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê mirovan bi awayekî bêhiqûqî tê binpêkirin û wiha got: “Em dixwazin Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yê tecrîda li ser aştiya civakî sepandiye berde. Da ku zimanê nefretê yê li ser civakê tê ferzkirin bi dawî bibe.”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya 1’ê Îlone Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Koşûyolûyê ya Amedê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amed Adalet Kaya, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) Heyeta Dayîkên Aştiyê û Endamên Komeleya 78’an beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê li qadê pankarta “Bêşert û merc aştiyek niha” hilgirt. Nûnerên TMMOB, SES û nûnerên sazî û dezgehên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz daxuyanî xwend.

Ercan Yilmaz ewil diyar kir ku şerên li cîhanê diqewimin gelek bandor li ser erdnîgarî, çand û li aboriyê dike û wiha got: “Tevî ku Neteweyên Yekbûyî erka xwe ya aştiyê pêk neanîne jî, di 19’ê qanûna 2016’an de bi qebûlkirin û ragihandina ji hemû dewletan re, bi bîr xist ku mafê aştiyê mafê mirovan e. Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi biryar 22’ê hezîrana 2017’an bal kişandin ser mafê jiyanê, mafê azadî û mafê ewlehiya kesan. Her wiha mafê aborî, civak û çandî li vê erdnîgariyê pêknehatina aştyê ye. Di heman demê de mafê gelek mirovan tê binpêkirin.”

Bi sedhezaran mirov koçber dibin

Yilmaz, bal kişand ser şerê cîhanê yên navxweyî yê ku zêde dibe, rê li ber mirin û koçberiyeke mezin vedike û wiha axivî: “Em wekî ÎHD’ê dipejirînin ku aştî li ser bingehê maf û azadiyê ye. Her cureyê newekheviya di navbera mirovan de, nezanîna maf û azadiyê ya sedema şer û pevçûnê ye. Ji ber vê yekê em weke ÎHD’ê di wê baweriyê de ne ku aştî li ser esasê maf û azadiyê ye. Di her şert û mercî de li ku dera cîhanê be mirov dikare aştiyekê pêk bîne. Îro jî em roja aştiyê pîroz dikin. Mixabin li gelek deverên cîhanê şer didome. Şerê heyî bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re dibe sedema êşên mezin. Şerê navxweyî yê li Lîbya û Sûriyeyê dibe sedema bi sed hezaran mirov koçber dibin. Ji ber israra Tirkiyê ya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd, dihêle ku her sal bi sedan kes bimirin.”

Rewşa awarte

Yilmaz, di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku piştî pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê gelek mafên mirovan tên binpêkirin û wiha lê zêde kir: “Beşeke mezin a civaka Tirkiyeyê ji neçarî di bin sînorê feqîriyê de dijîn. Her sal bi milyaran dolar ji bo polîtîkayên şer tên xerckirin. Lêçûnên şer dibe sedem ku qeyrana aborî kûr bike. Demeke dirêj e li Tirkîyê qeyraneke mezin a aboriyê didome. Pêvajoya aştiyê piştî sala 2015’an careke din dest şer kir. Piştî vê pêvajoyê di sala 2016’an de, OHAL îlan kirin. Bi vê yekê gelek mafên hiqûqî binpê kirin. Di encama biryarnameyên qanûnî de bi deh hezaran kes ji karên xwe hatin dûrxistin. Mafê wan ê kar ji destê wan hat standin. Îro jî bi hezaran kes hê jî nikarin vegerin ser karê xwe. Di nava şert û mercên nebaş de bi malbatên xwe re hewl didin jiyana xwe bidomînin.”

Divê Tirkiye dest ji tecrîdê berde

Yilmaz, di dawiya axaftina xwe bang li dewletê kir ku dev ji polîtîkayên xwe yên tecrîdê berde û got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em careke din bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxwaza xwe ya aştiyê tînin ziman. Em bang li hikûmetê dikin ku polîtîkayên aştiyane yên li ser esasê mafên mirovan bimeşîne. Em dixwazin Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yê tecrîda li ser aştiya civakî sepandiye berde, da ku zimanê nefretê ku li ser civakê tê ferzkirin bi dawî bibe.”