7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk êdî namzetên xwe bê pêşhilbijartin diyar nake

Partiya Çepên Kesk ku tê payîn di nîvê meha cotmehê de kongreya xwe li dar bixe, di hilbijartina xwecihî ya li pêşiya me de heta ku pêşhilbijartinê neke dê êdî namzetên xwe diyar neke. Namzet dê di encama lihevkirinek berfireh de bên diyarkirin.

Partiya Çepên Kesk di 8-11’ê îlonê de dê konferansa xwe ya mezin li dar bixe. Nîqaşên di konferansê de dê li ser pêşniyaziyên di divînên gel û komxebatan de derketin pêş were birêvebirin. Pêşniyazên biryarên di komxebatê de bi awayek tam hatine lihevkirin dê di kongreya tê payîn nîvê meha cotmehê de bê lidarxistin, pêşkêşî dengdayînê bê kirin. Biryarên hatine pêşniyazkirin bi piraniya wan têkildarî guhertina rêziknameya (tuzuk) Partiya Çepên Kesk be. Hat diyarkirin ku wê di vê çarçoveyê de rêziknameyek sade bê amadekirin û ji bo qabîlyeta tevgerkirina partiyê zêde bibe dê hejmara endamên Meclisa Partiyê bên kêmkirin.

Li gorî nûçeya nûêçegihaê ajansa Mezopotamyayê Selman Guzelyuz, Rêveberên partiyê diyar dikin ku wê bi rêziknameya nû Partiya Çepên Kesk li gorî ku bibe namzetê rêveberiya Tirkiyeyê dê bê dîzaynkirin.

Bêyî pêşhilbijartinê nazmet dê neyên diyarkirin

Rêveberên partiyê destnîşan dikin ku wê ji niha şûn ve heta ku pêşhilbijartin neyê kirin wê tu namzet neyên bijartin û dê ji niha şûn ve di hemû hilbijartinan de bi pêşhilbijartinê namzet bên diyarkirin. Rêveber diyar dikin ku wê sepana pêşhilbijartinê neyê sistikirin û di rêziknameya nû de jî cih bigire.

Pêşhilbijartin berfireh dibe

Li gorî vê rewşê dê êdî di pêşhilbijartinê de tenê ne endamên partiyê ray bidin. Wê bi endamên partiyê re hilbijêrên partiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên li wî bajarî jî tev li pêşhilbijartinê bibin û ray bidin. Tê gotin li gorî encamên ji sindoqan derkevin dê namzet bên diyarkirin.

Lihevkirinek berfireh dê bê kirin

Hilbijartinên xwecihî yên sala 2024’an nêz dibin û tê payîn Partiya Çepên Kesk ango HDP hemû namzetên xwe yên şaredariyê li gorî biryar û sepanên pêşhilbijartinê diyar bikin û bi vî awayî di encama lihevkirinek mezin de dê li bajêr, navçe û bajarok nazmet bên diyarkirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê