7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojeva îro ya rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên vê sibehê cih dan xwepêşandanên li Siwêdayê û çavnebariyên dewleta tirk ya li hember welatên Ereban.

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de cih da xwepêşandanên ku 12 roj in li Siwêdayê dewam dikin. Di nûçeya rojnameyê de xwepêşandana duh (1`ê Îlonê) li Qada Seyr a Siwêdayê hatî lidarxistin wekî xwepêşandana herî mezin ji destpêka protestoyên li wê derê hat binavkirin.

Li gorî rojnameyê, pankertên ku xwepêşandêran duh bilind kiribûn ji aliyê navarokê ve guhertin nîşan dida. Di nûçeyê de cih da daxwazên ku duh derketine pêş; mafê jiyanek bi rûmet, bidawîkirina trajediya penaberiyê û serbestberdana girtiyên siyasî. Bal hat kişandin ku duh xwepêşandêran daxwazên xwe bi rêya tabloyan rave kirine, jinan cilên folklorî li xwe kirin û xwarin belav kirin.

‘Çanebariyên dewleta tirk li hemberî welatên ereban’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser tevgerên dewleta tirk li welatên Ereban. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku balyoza Tirkiyeyê ya li Kiweytê Tuba Nur Sonmez di pîrozbahiya balyozxaneyê ya salvegera 101`emîn a Roja Serkeftinê de, li gel amadebûna rayedarekî leşkerî yê Kiweytê bi rêya balonekê bal kişandiye ser hebûna leşkerî ya welatê xwe li Kiwyetê. Hat diyarkirin ku balyoza Tirkiyeyê bi vê yekê gelek peyam dane; firotina amûrên leşkerî ji bo Kiweytê, serxistina peymana balafirên bêmirov ên biçek û eger Kiweyt bixwaze- avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li axa Kiweyetê.

Di nûçeya rojnameyê de cih da şantaja dewleta Tirk li dijî Iraqê di mijara avê de û hat destnîşankirin ku Enqere hewl dide bigihêje peymana “av li hember petrolê”.