5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Derûnî û hesûdî

Difikirim û dizanim ku zewac ne çareserî ye. Tenê tu ji xwe re şirîkekî çêdikî ku aliyê te bike li hember ewladekî nexweş bikaribî li berxwe bidî

Li pey dimeşim bi çifta tê min, li pêş dimeşim bi qoça. Ev gotina pêşiyên kurdan e. Ji bo însanê ne li rê hatiye gotin. Di destpêkê de dibêjim ji însanên virek û hesûd dûr bisekinin û dest bi nivîsa xwe dikim. Heyf û mixabin ku her roj nûçeyê ku piştî temaşekirinê serê mirov mezin dike yek ji wan nûçeyan min îro temaşe kir, law ji ber hêrsa xwe bavê xwe kuşt û dê û xwişk bi kêrê birîndar kir. Heyf! Helbet ne mimkûne ku dê û keç, bav û law her daîm derheqê her tiştî de wek hev bifikirin. Mimkûne ku ji bo însanê li hember xwe heke dê, bav, heke nêzî te kê/kî dibe bila bibe rêzdar nebî. Em vê rastiyê ji bîr nekin insanê ku di dawiya hemû nîqaşan ji bo berjewendiyê xwe biparêze dest avête zimanê tedayê di bingeha derûniya xwe de bi pirsgirêk e. Însanê derûniya wan lihevketî divê tedawî bibînin. Heke tedawî nebînin dikarin vira bikin, dikarin îftiraya li we bikin, bi piranî hesûdiyê ji derdorê xwe dikin, jiyana xwe û derdorê xwe tevlihev dikin. Û  we ji xwe zêdetir nexweş dixin, heke kesên wiha cînarê we bin hûn ê xweşiya cînartiyê bi vî an jî wan kesan re nejîn. Însanê bi derûniya xwe hesûd kî dibe bila bibe wê rojekê bela serê we be. Bi kurtasî bila însan bêkes be lê bila xwediyê kesek hesûd virek û ne li rê nebe.

Îja em werin mesela ku hesûd kengî xwe kifş dikin? Hesûn ji ber çi rewşê derdikevin holê û bi piranî ji kê hesûdiyê dikin? Ji hevjîn, dayik, xwişk, bav, bira, beriya her kesî serê van kesan diêşînin! Ew ewladê webe jî tu rehetiyê nade we.

Ji ber ku hesûdî jî wek karekterê û hesûd ji tiştekî baş hebe diheside, du kes hev re baş bin hesûd natebite, heke bibîne hûn bi xwişk an jî birayê wî kesîre nav têkiliyeke baş de ne dikare ilawe yekî li we bike ku têkiliya we xera bike! Hesûdî nexweşiyeke pir nexweş e ku bi tedawiya derûniyê jî sedî sed baş nabe, piştî temaşekirina wê nûçe ya nexweş min gelek lêkolîn û pirs li ser nexweşînên derûnî û hesûdiyê de kir. Ez têgihiştim ku tedawiya hesûdiyê bi dermana kêm e, heke ew kesê hesûd bixwe bixwe hesûdiya xwe şikand erê bû ,lê ku bixwe neşikand tu kes û tu derman ji bo başkirina hesûd feyde nake. Xêra hesûd ji dayika wî/wê re jî tune, fesadî, çevnebarî, vir, îlawe, hemû weledê hesûdiyêne. Li welatê me ji însanê hesûd re dibêjin Beko (Bekoyê Ewan). Navekî hesûdiyê yên din jî heye ew jî çavnebar e. Îja ku însanek him virek, him jî hesûd be, idî heke cînarê we be bextê we me ji ber bar bikin, heke hevalê we be têkiliya xwe bibirin hê ku hûn bi silamet in. Na heke ewladê we be temenê ew kes bû hijde bizewcînin bila ji bal we here.:) Belê hes dikim ku hûn bi min dikenin û wiha dibêjin: te çi çareseriyek dît? Ji ber ku zewac jî hevjînê hesûd re wek îşkenceyê ye. Her roj hevjîn  bi wê zewacê tê cezakirin.

Difikirim û dizanim ku zewac ne çareserî ye. Tenê tu ji xwe re şirîkekî çêdikî ku aliyê te bike li hember ewladekî nexweş bikaribî li berxwe bidî. Di vê serdemê de derûniya însana ji ber bêperetî, bêkarî û sîstema kapîtalîzmê ya xerckirinê nebaş e. Însan ji hev re dibê te zef xerc kir min hindik!.. Na te zef xar min hindik!..

Luks û jiyana kapîtalîst a ku çem û kanî ya dimirçiqîne karekterên lawaz bi awayekî çavçil, weke gurê birçî ku bi penc û qîlê xwe rêkêftî derdor dikin derdixe pêş. Ji bo berjewendî û rewşa xwe biparêzin, heval hevalê xwe, xuşk xuşka xwe, bira birayê xwe, cîran cîranê xwe kaşî nav xeleka şêlandin û xwînmijiyê dike

Jin û mêr, bav û kur, dê û keç hesabê pera, hesabê kûr û dûr li hev bikin! Hesabê min nan da te! Hesabê te ez şêlandim. Hesabê hesûdiyê! Hesabê vira. Quqlayên kapîtalîzmê mehkûmê derê pîsîkyatriyê ne bi nexweşiya vira û hesûdiyê dikevin. Çavên wan tiştekî nabîne, ew tenê ji bo xwe hemû dinyayê dixwazin, ev dinya temam ji wan re be çavên wan têr nabe lê ji ber çav çilî û derûniya nexweş bextewar jî nînin.

Rêyek heye, tenê rêyek ku we bibe xelasiyê, wê carek din bike însan. Rêyek heye ku we ji luks û kapîtalîzmê dûr û azad bigire, ew rê, rêya şoreşê ye. Heke hesûdî û virekî însanetiya we nekuştibe rê ya we ya şoreşê vekiriye.