spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirs û wêrekî

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Tirs, hesteke gerdûnî ye û bi hemû mirov û ajalan re peyda dibe. Mirov li gor binhişa xwe, belê lawir /ajal jî li gor dozîna/xweajoya xwe tev digerin û xwe diparêzin

Berteka mirov a sereke ya li pêşberî xetereyên jiyanê, xweparastin e. Mirov jî di nav de, hemû candar li gel xetereyên jiyanê, ji bo ku hebûna xwe bidomînin, refleksên bêdeman ên xweparastinê nîşan didin da ku bikaribin bijîn. Tirs, bertekeke hestyarî ya xweparastinê ye. Hestên du ku bi berteka parastina jiyanê re der dibin, yek jê tirs a din jî wêrekî ye. Herdu hest ne dijberê hev in, hevdû temam dikin. Lewre mirovên ku netirsin nikarin li jiyanê bimînin û mirovên ku ne wêrek bin jî nikarin jiyana xwe biparêzin.

Tirs, hesteke gerdûnî ye û bi hemû mirov û ajalan re peyda dibe. Mirov li gor binhişa xwe, belê lawir /ajal jî li gor dozîna/xweajoya xwe tev digerin û xwe diparêzin.  Hemû tirs ne xwezayî ne. Tirsa ku ji ber îhtîmala êş û zerarê pêk tê, xwezayî ye. Tirs, hin caran li hemberî xetereyek tund a pêşbînîkirî, hin caran wekî bertekek parstinê û hin caran jî wekî nexweşiyeke derûnî xwe dide der ku bi her mirovî/ê re peyda dibe. Ev hemû jêderkên tirsê ne ku em wan li gor xwe bi nav dikin.  Peyva “fobî” ya ku ji  “phobos” a yewnanî der bûye, tê wateya “tirsa nexweş”.

Her mirov bi haya xwe yan bê haya xwe ji hin tiştan ditirse. Di mirovan de sê tirsên bingehîn ên cewherî hene; ya yekem tirsa ketinê, ya duduyan tirsa ji dengên bilind û ya sisiyan jî tirsa ji hêzê/xurtiyê ye. Hemû tirsên din tirsên fêrbûyî yên civakî ne ku dawiyê di mejiyê mirov de cih digirin. Tirs û fikarên mirov hemû di bin banê tirsa mirinê de dihewin. Lewre bûyer û tiştên xetere her gav tirs û fikra mirinê bi mirov re digihînin. Bo nimûne; tirsa mirov a ji bilindahiyê, ji ber fikir û fikara ketinê ye. Fikir û fikara ketinê jî tirsa mirinê bi xwe re tîne. Tirsa bilindahiyê fikra ketênê tîne bîra mirov û hestê “heke ez bikevim ez ê bimirim” bi mirov re digihîne. Tirsa mirov a ji maran jî dîsa tirsa mirinê ye û dike ku mirov xwe bi xwe bibêje “heke mar bi min vede teqez ez ê bimirim.”

Tirs hestekî mirovî ya mirovên hişmend e. Gelek caran jî wekî sazgêriyeke girîng û hişyarker e ku di heyama bûyerên xirab ên nediyar û nexuya de mirov ji xeteryan jî diparêze. Mirov ji şêrekî bitirse ne nenewêrekî ye. Lewre şêr ajalekî hov û dirinde ye. Ji ber ku mirovekî destvala (bêçek) bi tena serê xwe nikare xwe li ber hêza şêrekî bigire û xwe biparêze.  Ji bo wê reva mirovekî/ê ya ji ber şêrekî tu car wekî newêrekî yê nayê dîtin. Anku; reva mirovekî destvala ya ji ber şêrekî wekî tiştekî asayî, belê reva mirovekî destvala ya ji ber mirovekî destbela wekî newêrekiyê tê hesibandin.  Ev hizreke westar û hînbûyî ye. Heçku herdu tirs jî dibetiya mirinê di xwe de dihewînin û reva mirov a ji ber van herdu xetereyan jî ji bo parastina jiyanê ye. Tirsa di cî de bi qasî dilaweriya di cih de asayî ye. Tiştê ne asayê tirsa û wêrekiya ne di cih de ye. Mirovên hişmend, difikirin, mirovên ku difikirin, teqez fikraran jî dikin. Kesên ku qet fikaran nakin an nafikirin an jî kesên bêhiş in.

Tirs, gelek caran jî wekî xaleke kor e; fikra mirinê dixe dilê mirov  -bi rastî mejiyê mirov- û nahêle em bi wêrekî tev bigerin.  Gelek mirov ji ber tirsa ku dê gelek tiştan winda bikin dev ji tiştên ku dê bi dest bixin berdidin. Ji bo ku neyên darizandin, dev ji derbirîna fikra xwe berdidin. Ji bo ku neyên rexne kirin dev ji axaftinê berdidin. Ji bo ku di ciwaniya xwe de tiştekî baş nakin, ji yextiyariya xwe ditirsin. Ji bo ku feydeya wan li kesî nabe, ji mirinê ditirsin.  Ji bo qîmetê nadin tiştekî, ji jiyanê ditirsin. Ji bo ku bedêla azadiyê nedin, ji têkoşînê ditirsin.  Ji bo ku tu kes wan şaş nebîne, ji gotina rast û vegotina rastiyê ditirsin.

Wêrekî/dilawerî; hestekî pir girîng û erênî ye. Gava ku mirov di karekî zehmet û dijwar de bi xetereyekê rû bi rû dimîne di hawara mirov de tê û xweewleyiya wî/wê kurt dike.  Wêrekî di nav hemû civakan de wekî dilêrî, bêtirsî, egîdî, lehengî, fêrisî û mêrxasî/jinxasiyê  tê pênasekirin. Belê pîvan, rist, awa, şêwaz qeyd û bendên wêrekiyê û sifatên wê li gor civakan diguherin. Wêrekiya ku li gor hin civakan wekî lehengîiyê tê hesibandin, li gor civakên din kêmaqilî, hovîtî an jî dirindetî tê dîtin. Wekî nimûne; gelek civakên paşmayî kuştina mêran a li ser tiştekî pir biçûk an jî kuştina jinan ali ser namûsê (xwedêgiravî) wekî mêraniyê/dihesibînin ku ew kes weki kesên wêrek tên navandin. Belê mixabin heman kes li ber hêzên serdest û desthilatdar an jî li pêşberî kesekî xurt û hêzdar bi qasî pisikekê tirsonek dibe û li ber wan çîz dike. Mêrê ku pêkutî, pest, kotek û stemkariya hêzên serdest û desthilatdar wekî qanûna Xweda dibîne, di mala xwe de wekî şêrekî, mêraniya xwe di serê zarok û hevjîna xwe re derdixe. Heta ji ber ku mirîşka cîranê wî derbasî hewşa wî bûye, dikare li ser wê deh mêran bikuje.  Bi vegotineke din; ew mêr, pisîkê hundir û şêrê derve ye. (Bi rastî ji ber ku herdu lawir jî li gor dozîna xwe tev digerin, ne tirsa pisîkê qelsî û ne jî hovîtiya şêr lehengî ye. Belê hişê mirov heye; mixabin ew hiş ji hînî çi dibe wê dike. Rastî û şaşî jî tiştên hînkirine û her civak li gor wê hînbûnê tev digere.

Cihê ku tirs lê hebe, tevger, axaftin û têgihîştineke erênî ne pêkan e. Bêguman em li vir behsa wêrekiya kesên çavsor û nezan nakin helbet. Wêrekî ne dilêriyeke erzan e ku mirovek rabe xwe ji cihekî bilind bavêje û bibêje “ka bibînin bê ez çiqas wêrek im” û hukmê xwe nîşanî mirovên din bide. Mirov gelek caran bî qasî ku belaheq ditirsin, beleheq wêrekiyê ji dikin. Ji ber ku mirov ji windakirinê ditirsin, newêrin ji kesî hez bikin. Ji ber ku ji berpirsiyariyê ditirsin, newêrin di başiyê de bifikirin. Ji ber ku ji rexnekirinê ditirsin, newêrin gotin û vegotina rast bibêjin. Ji ber ku ji neheqan ditirsin, newêrin doza heqê xwe bikin. Ji ber ku ji bedêla têkoşînê ditirsin, newêrin doza azadiyê bikin. Ji ber ku ji mirinê ditirsin, newêrin jiyaneke birûmet bijîn.

Wêrekiya rastîn ew e ku mirov li pêşberî neheqî, stemkarî û hemû liv û tevgerên neyînî bertkekên tund nîşan bide. Mirovê/a wêrek jî ew e ku ne neheqiyê li kesî bike û ne jî neheqiya kesî qebûl bike. Di cih an rewşek ku mirov wekî talûke dihesibîne de reaksiyonên ji bo parastina jiyanê hemû wekî wêrekiyê tên pênasekirin. Pênaseya herî pejirandî ew e ku tirs û fikara ji bo domandin û parastina jiyanê însiyatîfeke pir girîng e.

Birastî ya herî maqûl û feydedar, bexwedana ji bo jiyanê û tirs û wêrekiya di cî de ye.