4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza gel dikare tecrîdan bişkîne

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê bê zanîn ku hêza vê siyaseta qirêj vala derxe dîsa hêza yekgirtî ya gelan e. Jixwe di çalakiyên dawiya hefteyê de jî me dît ku hêza gel a demokratîk baş bê rêxistinkirin tu hêz nikarin xwe li ber bigirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi yekgirtina gelan heye

Ji Rêber Apo, girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ev zêdetirî 30 meh in tu agahî nayê girtin. Sazî û rêxistinên kurd jî di nav de ji gelek aliyên cuda, banga bi dawîanîna tecrîda li Îmraliyê dikin. Herî dawî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê rewşa Îmraliyê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê (CPT) da û xwestin li hemberî vê tecrîdê têkeve tevgerê û rapora xwe ya derbarê Îmraliyê de aşkera bike.

Herî dawî bi pêşngiya saziyên kurd li gelek navendên Ewropa meş û çalakiyên girseyî hatin li darxistin. Ev çalakiyên ku bi dirûşma “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” pêk hatin de bi yek dengî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat xwestin. Belkû di dîroka Ewropayê de cara ewil e ku ewqas kes ji bo azadiya mirovekî bênavber çalakiyan li dar dixin û jiyanê didin sekinandin.

Hevsengiya siyasî

Desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê ku xwe li ser siyaseta şer û tecrîdê ava kiriye, ji bo xwe pargala tecrîda li Îmraliyê kiriye armanca sereke. Ev tecrîda ku li hemberî aştiya civakî ya li herêmê tê meşandin ji gelek aliyan ve bandorê ji hevsengiya siyasî yên li herêmê dike. Êdî wisa lê hatiye ku dewleta tirk a qirker ji bo di vê mijarê de bigihêje armanca xwe hamû zagon û peymanên navneteweyî bi awayekî aşkera binpê dike. Li hemberî van binpêkirinan û sûcan jî ji raya giştî ya Tirkiyeyê û ji raya giştî ya navneteweyî deng dernakeve. Dibêje qey hemû aliyan li ser vê mijarê dengê xwe kiriye yek û ji bo ev siyaseta qirker bi ser bikeve çi ji destên wan tê dikin.

Ev rastiyek e ku aştiya li Tirkiyeyê wê bi çareseriya demokratîk a doza kurd pêk bê. Mifteya vê çareseriyê jî  Rêber Apo bi xwe ye. Aliyê ku naxwazin rêyên çareseriyê bên bikaranîn û aştî pêk bê, di mijara tecrîda li Îmraliyê de piştgiriyê didin dewleta tirk. Dewleta tirk bi girankirina tecrîdê re biryar daye doza kurdî bi şîdetê bitepisîne.

Hevdîtin mafekî xwezayî ye

Ev hewldanên şîdetê yên dewlata tirk ji aliyên welatên cîhanê jî tê dîtin. Lê tevî dewleta tirk yek ji wan welatan e ku qaşo peymanên mafên mirovan ên navneteweyî îmze kiriye jî pêwîstiyên van paymanan bi cih nîne. Şertekî van peymanan ê girîng jî ew e ku serdestiya hiqûqê û mafê mirovan pêk werin. Dewleta tirk jî neçar e van peymanan pêk bîne. Hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re mafekî xwezayî ye ku divê neyê astengkirin.Tecrîda li ser Rêber Apo bi awayeke aşkera nîşan dide ku dewleta tirk li gorî peymanên mafên mirovan tevnagere. Divê teqez ev rewş bê lêpirsînkirin û bi kûrahî bê lêkolînkirin. Eger dewleta tirk beşeke ji peymanên navneteweyî ye, wê demê ji bo bicihanîna van peymanan divê zext lê bên kirin.

Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin

Divê em bizanibin ku pergala tecrîda li Îmraliyê bi xwe re tenê kuştin, xwîn û êşê tîne. Ji bo dawîanîna vê rewşa aloz divê beriya hertiştî deriyê Îmraliyê bê vekirin. Divê bê zanîn ku Azadiya Rêber Apo mijareke ku her çar parçeyên Kurdistanê ji nêz ve eleqedar dike.

Îro ne kurd tenê gelek neteweyên cûda jî ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyane. Ev jî nîşan dide ku li gorî salên borî xwedî derketina li Rêber Apo hîn berfirehtir bûye. Jixwe di çalakî, konferans û komxebatên ku li çar aliyên cîhanê pêk tên vê yekî bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Di van xebatên hevbeş de ji aliyên cûda mirovên tên naskirin bi yek dengî banga azadiya Rêber Apo dikin. Ji vî aliyî ve azadiya Rêber Apo êdî ne mijara gelê kurd tenê, bûye rojeva gelên hêzên demokratîk û aştîxwaz.

Dewleta tirk bi taybet desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo van hewldanan vala derxe bi rêyên dîplomatîk herdem di nava hewldanên qirêj de ye. Bi taybet ji bo têkoşîna gelê kurd a mafdar krîmînalîze bike û di mijara tecrîda ne rewa ya li ser Rêber Apo de xwe mafdar derxe çi ji destê wê tê dike. Divê bê zanîn ku hêza li vê siyaseta qirêj vala derxe dîsa hêza yekgirtî ya gelan e. Jixwe di çalakiyên dawiya hefteyê de jî me dît ku ger hêza gel a demokratîk baş bê rêxistinkirin tu hêz nikarin xwe li ber bigirin. Lewma pêwîstî heye ku ev hêza gel bê mezinkirin û xurtkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi tifaq û yekgirtina gelan heye.