30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dixwazin dîroka Kurdistanê tune bikin’

Talankirin û werankirina xwezayê bi destê deshilatiya AKP-MHP'ê berdewam dike. Li aliyekî bendav tên avakirin, li aliyê din daristan tên şewitandin. Ekolojîst Nejdet Sezgîn, diyar kir ku bi vê talankirinê dixwazin Dîroka Kurdistanê tune bikin

Desthilata AKP-MHP’ê her roj erdnîgariya Kurdistanê talan û wêran dike. Ji hêlekê ve leşker daristanê dişewitînin, li aliyê din bazirgan û sermayedar xwezayê wêran dikin. Bi taybetî li Şirnex, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Dêrsim û gelek bajarên din xwezayê talan dikin. Li Silopî û Elbîstanê Santralên Termîk dane avakirin. Ev santral dibin sedema nexweşiyên pençeşêr û hwd. Dîsa bandavên hatine avakirin, zerarek mezin dide xwezayê. Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Nejdet Sezgîn der barê wêankirina xwezayê de ji rojnameya me re axivî.

Sezgîn diyar kir ku desthilat bi şewitandina daristanan û bi çêkirina bendav, santralên termik û hwd. dîroka Kurdistanê ji holê radike. Sezgîn destnîşan kir ku netewdewlet ji bo dewlemendiya li serax û binêaxê sê armancan dixe meriyatê û wiha axivî: “Armancên wan jiholêrakirina dîrok, bîrdozî û aboriyê ye. Li herêmên ku mirov dijîn armanca wan tunekirina bîr, bawerî, çand û nasnameyê ye. Bi awayekî biyotîk tevdigere. Dixwaze dîroka wê herêmê tune bike. Dixwazin ku nifşa niha ji dîroka xwe bêagahdar bimînin û bi hişmendiyeke cuda mezin bibin. Ji aliyê bîrdoziyê ve jî piştî dîrokê tune dikin, bi bîrdoziya xwe kesan bi teşe dikin. Bi vê re pişaftinê pêş dixin. Ji bo berjewendiyên aboriyê, serhildaneke li dijî xwe, ji bo xwe asteng dibînin. Dema ku em li dijî van buyeran derkevin em dikarin rê li talankirin û qirkirinê bigirin. Em dikarin li talankirina xwezayê rawestînin.”

Sezgîn da zanîn ku ava çemê Dîcleyê dimiçiqe û wiha got: “Hovîtiya desthilatan bandoreke mezin li xwezayê dike. Li ser çemê Dîcleyê gelek dermanên ku xesarê didin xwezayê tên bikaranîn. Ev hemû avê jî qirêjî dikin. Di çem  de antîtîbîyotîk di merheleya sêyemîn de ye. Ev bandorek mezin li ava bajêr dike. Metalên di avê de xesarek mezin dide zîndiyan. Ji xwarina maziyên çem nexweşiya penceşêrê çêdibe. Bermahiyên sanayên organize zirarê dide.”

Sezgîn diyar kir ku ji ber avakirina Santralên Termîk, gelek kes bi pençeşêrê ketin û wiha axivî: “Li Çiyayê Mazî fabrîkaya Fosforê ava kirin. Li wir CÎMER sîyanurê bikar tîne. Ji van madeyan zêr, zîv û gelek madeyên din jî di nav de ne. Ji bo ku ji hev biqetîne hewzên sîyanurê kolayê bikartîne. Desthilat li her derê xwezayê qir dike. Li gelek deveran bi têlan sînoran ava dikin. Ev qirêjiya berheman bi sedsalan nayê paqijkirin. Niha li Silopî ya Şirnexê û Elbîstana Mereşê Santralên Termîkê ava kirin. Santralên Termîk rê li ber nexweşiyên giran vedike. Bi taybetî jî nexweşiya pençeşêrê pêş dikeve. Salê nêzî 3-4 hezar kes bi nexweşiya pençeşêrê dikevin. Nêzî 400-500 mirov jî dimirin. Ji bo van Santralên Termîk divê ronakbîrên li vê herêmê dijîn bikevin tevgerê.”

Sezgîn bal kişand ser bandora GAP’ê ya li ser Dîcleyê û wiha dirêj kir: “Bi GAP’ê li bakurê Kurdistanê bendavan ava dikin . Projeyê di 1920-1925’an de dest pê kir. Van îskanan di Terteleya Dêrsimê de li ser bandavan plansaziyeke mezin pêk tînin. Armanca yekemîn koçkirina kurdan e. Armanca duyemîn jî guhertina demografiya Kurdistanê ye. Hin populasyonên ku xesarê didin mirovan derdikevin holê. Tenê li ser çemê Dîcleyê 5 heb bendavên mezin hatine avakirin. Ji xeynî van, projeya 15-20 bendavan heye ku dîsa bidin avakirin.”