2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza têkoşînê ji hezkirina windayan digirin

Esmer Tunç

Eren Kesîn anî ziman ku Dayikên Şemiyê yên zarok, xwişk û bira, bav û hevjînên xwe windakirine li Qada Galatasarayê gihîştin cem hev û wiha axivî: “Kesên xwedî baweriyek mezin tev li vê çalakiyê dibin.”

Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995’an ve ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û darizandina kiryaran, li Qada Galatasarayê li ber xwe didin. Her çend dem bi dem ji ber zext û êrişên desthilatê tên astengkirin jî, dest ji Qada Galatasarayê bernadin. Dayikên Şemiyê ku ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû ve hedef hatin nîşandan, di hefteya 700’emîn a çalakiya xwe de rastî êrîşa polîsan hatin. Ji 25’ê tebaxa 2018’an heya niha Qada Galatasarayê li ber dayikan tê girtin. Çendî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo vê dorpêçê û astengkirinê biryara “binpêkirinê” daye jî, dîsa jî qad li ber dayikan tê girtin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, têkildarî berxwedana Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê û zextên li dijî dayikan nirxand. Keskîn diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de dest pê kir û wiha got: “Çalakiya dayikan bûye çalakiya herî navdar a bêîtîatiya sivîl a vê erdnîgariyê. Li cihekî pir mafdar derket holê. Dayikên tên binçavkirin zarok, xwişk û bira, bav û hevjînên xwe windakirine li qadê gihîştin cem hev. Bi hestên mafdarî em hatin cem hev. Bû çalakiya vê erdnîgariyê ya herî navdar. Ji  avakirina Komara Tirkiyeyê heta beriya wê di komkujiyên salên 1915-1938’an de gelek mirov hatin windakirin. Gorên komî hene. Lê yekem car di sala 1995’an de Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin binçavkirin û cenazeyê wan li goristanekê hat dîtin.  Piştî vê yekê malbat hatin cem hev û dest bi vê çalakiyê kirin.”

Çalakiyeke bêîtîatiya sivîl e

Keskîn da zanîn ku piştî demekê li Kurdistanê gelek mirov di bin çavan de hatin windakirin û wiha axivî: “Piştî mirov zêde hatin windakirin, malbatên din jî tev li vê çalakiyê bûn û bû çalakiyek mezin a bêîtîatiya sivîl. Ji sala 1995’an heta sala Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, bêyî ku astengî bên darxistin ev çalakî berdewam kir.”

Qeymeqam dadgehê guhdar nake

Keskîn anî ziman ku piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û şûnde wekî îro çalakî li qadê hatin qedexekirin û wiha pêde çû: “Wê demê jî her hefte em dihatin binçavkirin. Demek pir dirêj derbas bû. Êdî mirovên nexweş, kal û pîr hebûn. Ev malbatên nexweş, kal û pîr pir westiyabûn. Demekê bi rêbazên cuda navber dan vê çalakiyê.  Demekê li pêş komeleyê yan jî bi rêya medya dijîtal çalakiyên xwe berdewam kirin. Lê piştî çend meh berê, Dadgeha Destûra Bingehîn, li ser serlêdana malbatan biryar da. Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan kir ku qedexe û astengkirina çalakiyê malbatan sûc e û binpêkirina mafan e. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn Dayikên Şemiyê dîsa dest bi çalakiya xwe kirin. 15 hefte ne em her tim tên binçavkirin û çalakiya me tê astengkirin. Li vir ev rastî derdikeve holê. Li Tirkiyeyê dadgeha herî bilind biryarê dide. Lê qeymeqamek dikare biryara dadgehê guhdar neke û nas neke. Ev jî rastiya dewleta tirk radixe ber çavan.”

Tirkiyeyê ne dewleta hiqûqê ye

Keskîn destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê ne dewleta hiqûqê ye û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka herî mezin zagonên hatine nivîsandin û pratîka wan ji hev pir cûda ne. Li gorî zagonan her kes bêyî ku destûr bigire, bi bawayekî aştiyane dikare daxuyaniyê bide. Ev mafê wan e. Çalakiya Dayikên Şemiyê jî çalakiyeke aştiyan e û aştîxwaz e. Dewlet bi xwe jî vê yekê baş dizane.  Lê li pişt van qedexeyan nexwestina xurtkirina muxalefetê heye. Desthilat naxwaze muxalefet xurt bibe. Ji ber ku çalakiya Dayikên Şemiyê  çalakiyek rewa û zagonî ye. Gelek beşên civakê piştgiriyê didin vê çalakiyê.”

Bi daxwaza xwe hatin cem hev

Keskîn bibîr xist ku ji ber vê mafdariya çalakiyê mirov tên cem hev û wiha domand: “Dema hêza muxalif têm cem hev û xurt dibe, hêza desthilat ditirsîne. Kêşeya sereke û bingehîn ev e. Çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyek bêîteatiya sivîl e. Ev mirov bi vîna xwe û bi daxwaza xwe hatin cem hev. “

Dewletê ew çalakî bi rêxistin kiriye

Keskîn bal kişand ser çalakiya malbatên li pêş rêxistina HDP’ê ya Amedê jî û wiha got: “Di daxwaza van malbatan de jî aştî heye. Ev malbat dixwazin zarokên wan bên malê. Lê ev wekî encama polîtîkaya dewletê ye. Ev malbat hatin birêxistinkirin. Ne çalakiyek bêîtîatiya sivîl e. Ne li dijî dewletê ye. Dijberî vê yekê çalakiyek ku dewletê ew bi rêxistin kiriye. Dewlet li gelek malbatên muwekilên me digere û zorê li wan dike ku tev li vê çalakiyê bibin.”

Keskîn bi lêv kir ku êşên dayikan hevpar in û ev tişt anî ziman: “Divê mirov herdu çalakiyan ji hev cûda bike. Êş hevpar in. Divê mirov êşên dayikan nexe nava pêşbirgekê. Di encamê de zarokên wan di nava pevçûnê de ne û ji jiyana zarokên xwe bi fikar in. Dewlet vê tirsa wan araste dike. Ev çalakî ji aliyê dewletê ve hatiye organîzekirin. Lê çalakiya Dayikên Şemiyê dijberî vê yekê li dijî pergalê pêş dikeve. Ji ber vê yekê zextên li ser Dayikên Şemiyê pêş dikeve. Zext û tundiya li dijî dayikên şemiyê nayê famkirin.“

Bingeha berxwedanê hezkirin e

Keskîn bal kişand ser zextên li dijî Dayikên Şemiyê û wiha berdewam kir: “Her hefte dema dayikan binçav dikin destê wan li pişt wan kelepçe dikin. Kelepçeya li pişt li dijî zagonan e. Zagonên xwe binpê dikin.  Ev yek tenê dema çalakger li ber xwe bidin dikarin destê wan li pişt wan kelepçe bikin. Lê yek ji me jî dema em tên binçavkirin, em tundiyê pêk bînin. Em dizanin ku em ê bên binçavkirin jî dîsa em diçin. Tevî vê yekê jî destê me li pişt me kelepçe dikin. Bi van kelepçeyan bi saetan me di otobusan de bênefes dihêlin. Wekî ku em sûcdar bin me dibin nexweşxaneyan û her kes bi vî çavî li me dinêre. Dema me berdidin jî li nexweşxaneyên herî dûr ên Stenbolê serbest berdidin. Gelek mirov nexweş in. Bi vî rengî bi saetan destê me di kelepçeyan de dihêlin. Kesên xwedî baweriyek mezin li gel van zextan tev li çalakiyan dibin. Di çavkaniya vê baweriyê de hezkirin û girêdana xizman heye. Dayikan nirxên xwe yên herî pîroz winda kirine. Zarokên xwe winda kirine. Di bingeha vê berxwedanê de hezkirin û girêdana xizman heye.”

Çalakiya dayikan a ÎHD’ê ye jî

Keskîn anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di heman demê de çalakiya ÎHD’ê ye û wiha axivî: “ÎHD jî yek ji pêşengê vê çalakiyê ne. Komîsyona Windayan a ÎHD’ê rasterast di vê çalakiyê de cih digire. Em wekî parazvanên mafên mirovan her dem di nava vê çalakiyê de ne û li cem malbatan e. Parêzerên endam û rêveberên ÎHD’ê li dijî van zext û binpêkirinan, serlêdana sûc dikin. Hemû serlêdanên zagonî dişopînin. Hemû dosya ji aliyê hiqûqzanên ÎHD’ê ve tên şopandin. ÎHD hem bi tevlîbûna çalakiyê û hem jî di aliyê hiqûqî de dixebite.”

Em wekî mirovên dîlgirtî dijîn

Keskîn bal kişand ser têkiliya qedexeyan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev qedexe dikevin mijara tecrîdê. Em hemû li ser vê axê wekî mirovên dîl dijîn. Gelek ji me tên girtin. An jî piraniyek ji me di kontrola edlî de dijîn. Pergala dîlgirtinê heye. Ew qas tepisandina fikran cûreyekî tecrîdê ye. Ji ber ku mirov ji jiyanê tên tecrîdkirin. Ez 30 sal in di nava tevgera parastina mafên mirovan de dijîm. Lê tu carî bi qasî niha min xwe bêparastin hîs nekiriye. Li Tirkiyeyê tu kes xwe di ewlehiyê de hîs nakin.”